Weşanên J&Jyê du kitêb çap kirin ku yek ji wan nû û ya din jî çapa 2yan e.
Berhemên Berxê Nêr û Berbang jî Şahid e yên Amed Çeko Jiyan ji weşanên J&Jyê çap bû.
Romana Berxê Nêr berhema Amed Çeko Jiyan ya nû ye û Berbang jî Şahid e kitêbeka çîrokan e ku çapa xwe ya 2yan kir.
Nivîsara Berbang jî Şahid e
Jixwe vegêr salixê qetlê bi rengekî wisa dide ku têkilîya ku wê demê di navbera JI-TEM û Hîzbullahê de hebû bi aşkereyî dîyar dike… Di pirtûkê de barçav e ku nivîskarê ciwan A. Çeko Jiyan, bi honaka xwe ya serkeftî wêneyekî baş ê salên 90î bo xwînerên xwe berpêş kiriye di şexsê lehengên cihêreng de. ( Ömer Delikaya)

Nivîsara Berxê Nêr
Berxo bi awayekî bêhiş li erdê dirêjkirî bû. Xwîna di bedena wî da tevizîbû. Rûyê wî yê li ser axa sar dicemidî. Zimanê wî di navbera diranên wî de mabû. Û ew li ser erdê bê liv û tevger dirijkirî bû. Pêjna gelek kesan ji derdora wî dihat. Dengê jinan, dengê mêran, dengê zarokan… Lê hemû deng nizm bûn, yek jî nedihat fêmkirin. Tenê dengekî wekî Quranê dixwîne ji nav dengên wan beloq dibû: Înn Wecehtû …

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.