Romana Jan Dost a bi navê Kobanî bi çapa xwe ya nû, ji nav Weşanên DOZê çap û belav bû.
Tîraja çapa vê kitêbê hezar e.
Di vê çapa nû da, ji hêla nivîskarê romanê ve, bi navê Ferhenga Kobanîyê beşek li berhemê hatiye zêdekirin. Armanca vê beşê ev e ku xwîner bi rihetî diyalogên vê berhemê fêm bikin.
Beşek ji nav romana Kobanîyê;
“Tevî ku kavil hemû dişibin hev jî ez nas dikim ku êdî gihame kolana ku wê min derbasî Mihela Seyda bike. Ez ecêb namînim! Bi koranî bûya jî min ê rê bibira ser mihela xwe. Cihê ku ez lê jidayik bûme, cihê ku min cara yekem li wir dilê xwe ji keçekê re vekiriye û jê re yekemîn nameya evînê nivîsiye… Cihê ku min yekem car keçek ramûsaye, hembêz kiriye… Cihê ku min yekem hêsir lê barandiye… Cihê ku ez li wir fêrî yekemîn tîp bûme, yekemîn peyv min li wir aniye zimên, gava xwe ya yekemîn min li wir avêtiye û helbesta yekemîn jî min li wir nivîsîye… Cihê ku dê û bav û bira û ap û pismam û kalik û pîrik û cîranên min di axa wî de veşartî ne… Cihê ku min sî û pênc sal li wir di nav toz û herî û xirecir û evîn û qehr û hêvî û tirsê de bihurandiye wê çawa ji bîr bibe!”
Nêrînên derbarê romanê de;
Jan Dost, rojnivîsk û jînenîgariya xwe nenivîsiye, wî her du cure di romanê de bi kar anîne da ku trajediya kurdan bîne zimên û behsa wêraniya bi serê miletî hatiye, bike. Gelek caran mêjûyê jî ji xwe re dike çarçoveyek û bi rûpoşa dîroknûsekî romanê dinivîse.
Prof. Basillius Bawardi – Zanîngeha Bar Ilan
Ev roman hewldaneke wêjeyî ya cidî ye di warê realîzma mêjûyî ya rexnegiriyê de.
Bi vê romanê Jan Dost xwestiye ji xewn û hizrên realist/xeyalî derkeve, û xwe bigihîne metodolojiya di romanên hemdem de tê bikaranîn. Wî wek armanc rewşa milletê Kurd bi tevayî daye ber çavê xwe, û bi taybetî rewşa Rojavayê Kurdistanê û berî her tiştî jî şerê ku li Kobaniyê rû daye, vedibêje.
Salih Sûzenî – Şair û rexnegirê edebî – Rojhilatê Kurdistanê

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.