Weşanên Dozê çar kitêbên nû çap kirin

14/11/2024

Weşanên DOZê 4 berhemên nû çap û belav kirin.

Ji van çar berheman du bi kurdî ne, du jî bi tirkî ne.

Her du berhemên kurdî romanên Jan Dost in bi navê Otobûsa Kesk û Tebeşîra Zer.

Edîtorîya kitêba Otobûsa Kesk ji alîyê Engin Ölmez ve hatîye kirin û ya Tebeşîra Zer jî ji alîyê Ferec Koyistanî ve hatîye kirin. Mijara her du romanan girêdayî hev e û li Rojavayê Kurdistanê û Helebê derbas dibin. Jan Dost bi van romanên xwe hewl daye trajediya malbetekê ka şerê li Sûrîyeyê qewimîye çi anîye ser wan derxe pêş, bûye.

Her wiha du berhemên ku bi tirkî jî hatine çapkirin bi navê Tezên Li Ser Neteweperweriya Kurd – 1 & Kürt Milliyetçiliği Üzerine Tezler – 1 (Ercan İlgin) û 30 Roj & 30 Gün (Azad Sağnıç) in. Piştî yekem xebata xwe ya li ser netewperwerîyê (Milliyetçiliğe Yeni Bakış – Hîvda İletişim 2021) İlgin dîsa li ser vê mijarê rawestiyaye û xwestîye vê mijarê bi berfirehî raxîne ber çavê xwendevanên xwe. Nivîkskar û sîyasetmedar Azad Sağnıç jî bi romana xwe polîtîk a bi navê 30 Gün silavek da xwendevanên xwe. Sağnıç bi vê romanê berê me dide salên 1980î û hewl daye îşkenceyên ku wan salan li girtîgehan li kurdan dihate kirin derbixe pêş.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Aleksander Lavrentyev: Em êrişên Tirkîyeyê qebûl nakin

Weşana paşê

Şaredarîya Şîşlîyê konserta Murad Demir betal kirîye

Te hay ji vê heye?