Weşanên Darayê kovara Kurdistan (1919-1920) çap kir û belav kir.
Kurdistan, di navbera salên 1919-1920an de hatîye weşandin, kovareka fikrî û sîyasî, komelî, edebî û îlmî ye.
Jimara wê ya yekemîn 30ê Kanûna Paşî ya 1919an hatîye belavkirin û li ser hev 19 jimar hatine çapkirin.
Ev kovar bi hemî hejmarên xwe, wergêr, transkrîb û bi halê xwe yê orjînal di nava kitêbekê da hatîye weşandin.
Kitêb ji alîyê Seîd Veroj ve hatîye amadekirin.
Nivîsara Kitêbê
Di serrûpelê kovara Kurdistanê de hatîye lêkirin ku “Ji derveyê sîyasetê bahsê her babetê tête kirin”. Lê belê di naverokê de sîyaset jî tê de, li ser gelek babetên cûda nivîsên cûre bi cûre hatine belavkirin. Dema em dêna xwe bidin nav rûpel û jimarên kovara Kurdistanê, tê dîtin ku ji alîyê gelek hosteyên qelemê ve nivîsên cîyawazên li ser mijarên (babetên) “sîyasî, civakî, edebî û îlmî” hatine belavkirin.
Dema em li nav û rêzeya nivîskarên kovarê binêrin, xuya dibe ku navê gelek nivîskar û kadirên jêhatî û namdarên wê demê têde derbas dibin. Hinekê wan bi yek nivîsê û hinekê din jî bi gelek nivîsên xwe beşdarê nav rêza nivîskarên Kurdistanê bûne. Ji nav nivîskarên kovarê, divê pêşîyê navê xwedîyê kovarê Mehmed Mîhrî bête bilêvkirin ku wî ne tenê bi navê xwe, bi mahlasên Mehmed, Mîhrî, M. Mîhrî, M. M., Kaka Heme û wd. nivîsandîye. Di jimara yekemîn a kovara Kurdistanê de, bi navên cihê cihê pênc nivîsên Mehmed Mîhrî hatine belavkirin. Arwasîzade Mehmed Şefîq ê sernivîskarê kovarê jî, bi navên A. Mehmed Şefîq û Mehmed Şefîq nivisandîye.
Nivîskarên ku nivîsên wan di kovarê de hatine belavkirin bi giştî ev in: Abdullah Cevdet, Arvasîzade Mehmed Şefîq, Abdurehman Nûrsî, Bedirxanî Mehmed Osman, Berzencîzade Abdulwahîd, Berzencîzade Ahmed Arif, Ahmed Wehbî yê Xarputî, Emîn Feyzî, Erzurumlu Cano, Ekrem Cemîl Paşa, Erdelanî Dawer, Hîzanîzade Kemal Fevzî, Hurmûzyarî Azîz Bapîr, Îbn Elreşîd, Îbrahîm Baba Derwêş, Abdurrehîm Rahmî yê Hakarî, Kaka Ezîz, Kurdê Bitlîsî, Kurdê Siwêrekî, Qazîzade Mistefa Şewqî, M. Fuad, Mehmed Mîhrî, Mîrzayê Cizîrî, Memduh Selîmê Wanî, Yamulkîzade Azîz, Yamûlkîzade Mistefa, Zeyno û hwd.
Di nava van nivîskaran de herî zêde nivîsên Mehmed Mîhrî, Arvasîzade Mehmed Şefîq, Hurmûzyarî Azîz Bapîr, Emîn Feyzî, Berzencîzade Abdulvahîd, Yamulkîzade Azîz, Hîzanîzade Kemal Fevzî û Îbrahîm Baba Derwêş hatine belavkirin.
Di naveroka kovarê de gelek nivîsên balkêş ên li ser ziman, edeb, dîrok, rewşa civakî û sîyasî ya Kurd û Kurdistanê hatine belavkirin. Mehmed Mîhrî, bi nivîs û meqaleyên xwe yên ciyawaz, naveroka her jimarekê kovarê dewlemendtir kirîye; bi taybetî nivîsên wî yên li ser edebîyat û zimanê kurdî, her yek di babeta xwe de nivîsên pirr girîng in. Li ser babetên dîrokî jî nivîsên Emîn Feyzî, Yamûlkîzade Azîz, Berzencîzade Ahmed Arif û wd. gelek balkêş in.
Di rûpelên dawî yên her jimarekê kovarê de bi sernivîsa “Şuûnat”, beşekê ji kurteya bûyer û hadîseyên wê mehê hatine belavkirin. Herweha di dawîya her jimarekê de danasîna eserên nû çapkirî, mecmua û rojnameyên refîq hatîye kirin û bi taybetî jî yên kurdî.
Di encamê de, dema em bala xwe bidin naveroka nivîs û nasnameya nîvîskarên kovara Kurdistanê, em dibînin ku du alîyên girîng ên naverok û armanca giştî ya weşan û xebatên rewşenbîrî yên wê demê derdikevin pêş: A yekemîn, pêkanîna lêkolînên li ser ziman, edeb, dîrok, çand û rewşa komelî ya milletê kurd e; ya duyemîn jî, bi lêkolîn û ronîkirina van babetên cûre bi cûre, hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî ya Kurdistanê ye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.