Weşanên Darayê ‘112 Hesp û Xezelek’ çap kir

Weşanên Darayê berhema 112 Hesp û Xezelek ya Selîm Temo çap kir.

Selîm Temo, du sal piştî çapa Pûnga li Bajêr bi pirtûkeka nû ya helbestan hat pêşberî xwîneran.

Temoyî, çavkanîya xwe ya nivîsînê ji hespên dîrok û çanda kurdan girtîye.

Temo di pirtûka xwe da navên 361 hespan anîne û ji wan li ser 112 hespan helbest nivîsîne. Berhem ji 113 helbestan pêk hatiye ku bi giştî 1.094 riste ne.

112 helbest, her yek ji van ji panzdeh risteyan pêk tê. Helbesta dawîn ku bi forma xezelê hatiye nivîsîn, ji 112 beytan pêk tê.

Nivîsara danasînê ya 112 Hesp û Xezelekê:

Di pirtûka 112 Hesp û Xezelek de hesp transandantal in. Hem rabirdûyê dibînin hem dahatûyê. Her yek xwedî karakterek cuda ye, bi zar û teqleka cuda ji hev diaxive. Her helbest hewl dide ku xwe bigihîne metn û mijarên sereke yên wêje û felsefeyê. Temo di pirtûkê de hespan wek nijadeka pîroz û esîl dibîne û xwe wek berdevkê wan terîf dike. Di her helbestê de çîrok an bûyera hespa/ê diaxive tê de bi çavê hespan tê vegotin ku mirov dikare bibêje hest û boçûna li pêş, dekonstruksiyon e. Dîtin û gotin ji çav û devên mirovan derdikeve û digîhîje çav û devên hespan.

Di van helbestan de ku pala xwe dane eko-poetîkayê hêma, şibandin, deng, xeyal û afirîn her helbestê dike resîtalek. Ev resîtal komî ser hev dibin û senfoniyeka ji hinava poetîkayê diafirînin. Di vê semfoniyê de Kurdî dibiriske û ruhê wêrek, kûr, xwebawer û xwemalî yê çanda Kurdî di devê hespên di demê de raketî bi ziman dikeve.

Li ser rûpelê kunyeya pirtûka 112 Hesp û Xezelekê navê Cumhur Ölmez wek edîtor dixuye. Berga pirtûkê ji aliyê Sadık Hangül ve hatiye çêkirin. Di beşa “Spasî”yê de navên nêzîkê sed nivîskar û kesan derbas dibin ku keda wan ketiye vê pirtûkê.

112 Hesp û Xezelek a ji Weşanên Darayê derçûye, li bendê ye ku di dest û ruhê xwîneran de bide çargaviyan.

Helbesta li ser bergê berhemê:

vejiyam, min şairekî bêwar hilbijart wek deng û siwarî
min her şev hevalhespên xwe şandin xewna wî ku bêjin
em ne neynika însên in û ti şehîn careka din dubare nabe
ku îro hemû hesp girtî bin, naxwe me daye cizayê sûcekî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir