Wergêra xêzeromana ‘Selaheddîn’ çap bû.
Kitêba muşterek ya MARIOLLE, MELI & LOISEAU ji alîyê lêkoler, akademîsyen û wergêr Ergîn Opengîn ve ji fransî hate wergêran bo kurdî.
Xwedîyê weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskî li ser Xê da zanîn ku ew dê sala bê 6 an 7 xêzeromanên din çap bikin di bin serenavê/kategorîya PUNG’ê da.
Danasîna Kitêbê
Şexsiyetê efsanewî, fermandarê mezin, kurdê herî naskirî vê carê di xêzeromanekê de bixwînin.
PÛNG: 2
SELAHEDDÎN şexsiyetekî efsanewî ye di dîroka Îslamê de, ku efsaneya xwe jî wî bi xwe hêj di saxiya xwe de ava kiriye. Wek fermandarekî kurd û musulman û xwediyê şarezayiyeke kûr li ser meydana şer, wî jiyana xwe li pey du armancan derbas kir: yekkirina cîhana Îslamê li Rojhilata Navîn di bin desthilata xwe de da ku şerê li dijî Frengan çêtir bi rê ve bibe û derxistina wan ji deverên ku wan li herêmên Sûrî-Filistînê girtibûn. Şerê Hittînê yê sala 1187an mohr li vê xewn û nexşeya Selaheddîn xist û rê vekir ku Qudsê, nêzîkî sedsalek piştî girtina wê ji aliyê Selîbiyan ve, jinûve feth bike.

sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.