Weşanên Avestayê ‘Rastiya Kurdistanê’ çap kir

13/09/2024

Weşanên Avestayê kitêbeka nû ya bi navê ‘Rastiya Kurdistanê’ çap kir û belav kir.

Kitêba Rastiya Kurdistanê ya Cemal Nebez ji alîyê Bernas Qerejdaxî ve ji erebî hatîye wergêran bo kurdî.

“Lêkolîneke objektîf ku pirsa kurd bi ziman û daxuyaniyên partî, aliyên ereb û kurd, bi baldarî dinirxîne. Tehlîlek zanistî ya rast li ser dîroka neteweya kurd a bi sedsalan û nifşan e. Armanceke kurt a felsefeya hêzên neteweperwer li Kurdistanê pêşkêş dike.” Çapên Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd li Ewrûpa (1969)

“Em dereng mane rewşenbîrekî xwe yî mîna Cemal Nebez nas bikin, aşînayî berhemên wî bin û jê sûdê bigirin. Çi ye tişta ku me hewceyî kişifkirina Cemal Nebez dike û pêwîst dike em li fikir û xebatên wî xwedî derkevin? Cemal Nebez, yek ji wan rewşenbîran e, hê ji xortaniya xwe ve kurdekî ji xwe bawer û hişzelal bûye. Haya wî ji her çar parçeyên Kurdistanê, dîroka wan û dewletên wan î serdest hebû. Nebez tişta ku îro em di hesreta wê de ne temsîl dike: Neteweperweriyeke kurdî ya modern û serxwebûnxwazî û helbet siyasetek ku guh bide rewşenbîrên xwe yî xwedî aqil û riwangeyek ku ji ser axa Kurdistanê li cîhanê dinêrin, bi çav û aqlê xwe li neteweya xwe dinêrin, li ser difikirin û belkî fikra xwebûniyê û rewşenbîriya organîk. Nebez û berhemên wî li benda me ne ku ji nû ve bên kişifkirin, xwendin û nîqaşkirin, ji ber ku fikr û ramanên wî, riwangeha wî hê jî aktuel e.” Fexriya Adsay


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Klîba “Keştîya Bayê” di weşanê de ye: Selîm Temo nivîsiye Mem Ararat xwendiye

Stranbêj û helbestkar Mem Ararat di klîbekê de helbesta “Keştîya Bayê” ya

“Dema pelên gozê zer dibin” xelata pelê mêwê yê zêrîn standiye

Fîlma Mehmet Alî Konarî ya bi navê “Dema pelên dara gozê zer

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî