Weşanên avestayê kitêba çîrokan ya Ulku Bîngol çap û belav kir.
Di kitêba Katib û Kûçik da çîrokên curbicur cih digirin. Çîrokên di vê berhemê de her yek jê awêneyek e.
Bîngol heta niha 5 kitêb çap kirine ku yek ji wan haîku ye. Kitêbên wî di wextê xwe da ji weşanên Ronahî û Nayê çap jî bûne.
Nivîsara Berhemê:
Kîj guhdarêd çîrok û çîvanokan barê Teyrê Anka mereq nekiriye? “Katib û Kûçik” Teyrê Anka ye; barê xwe ji heft zemanan hildaye û bûye rêwiyê dinyaya ronak.
Çîrokên di vê berhemê de -ku bi zimanekî dawerivî û ji binya Zemên dikin pistepist û di boran de olan didin- her yek jê awêneyek e. Kî bixwîne dê bi asanî xwe tê re bibîne. Çima ku nivîskar wek Pîrê Zemên pênûsa xwe li ser dewr û dewranan kiriye hawêneyek (mercekek) û behsa ‘aliyê tarî yê heyvê’ dike ji me re.
Kitêbên Wî:
Dengê Pepûkê
Mohra Xuda
Peyman
Sîba
Hespên Hesinî

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.