Weşanên Avestayê ‘Bîrgehe Mê’ çap kir

Weşanên Avestayê berhema Bîrgeha Mê çap û belav kir.

Kitêba pexşan ya Fatma Savciyê ji weşanên Avestayê çap bû.

Helbestvan Fatma Savci vê carê bi berhema xwe ya pexşan li pêşberî xwînerên xwe ye.

Nivîsara Berhemê:

Berî niha xewnên we şiyar mane?
Xewnên veşartî yên di van rêzikan de şiyar in. Hewqas şiyar in ku karin we bikişînin nava rastiya xwe. Sêhra pirtûkê ne tenê bi vegotinên xurt ên helbestî, di heman demê de ji jêhatîbûneke lihevanîna gotinên kevnar û evînî pêk tê. Me dibe rêwîtiyeke keşfê, ji ber ku helbestvan pencereyekê hem li cîhana me ya hundurîn hem jî ji perspektîfa bêhempa ya xwe re vedike.
Cîhana ku te divexwînî dê te bikenîne, tûrikê te tije bike bi pirsên ku wê kêlîkê ti nikarê bibersivînî, dê di çavên te de mêvandariya hêstiran bike û carinan jî bike ku tu du caran bixwînî ji ber tiştên hatine nivîsandin ne hesan in, ji hêla jinek kurd ve hatiye nivîsandin. Fatma Savci ku di rêzikên xwe de hîsa aîdbûnê dide, bi erênî û car caran şînî bi rêbazên delal hestên xwendevanên xwe li hev dixe. Wan bi wextê sekinî, ew saeta em lê bawer car din li hev tîne.
“…Em ne çol in, dema me bi qumê nagere. Zingila demjimêra me di Newrozan de lê da? Min hay jê heye li kû sekinî wext, ew saeta em lê bawer.”

Fatma Savci kî ye?*

“Di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ye, hatim dinê. Lê bi eslê xwe ji gundê Hêştrekê me ku girêdayî Midyadê ye. Min dibistana seretayî li Girêmîra xwend. Di wan salan de, qedexeya ku li ser ziman hebû, ez zû mezin kirim û bi perkan xistim. Dem hatibû ku êdî dilê min xwe vebêje. Lê dilê min, tirkiya ku bi kotekî dihat fêrkirin nediheband û kurdiya qedexe hîna fêr nebûbû. Min çavên xwe digerandin, ji bo peyvên veşarî yên kurdî fêr bibim, çiyan çav li min şikandin. Min xwe li banga çiyê girt. Demek wisa germ û bêderfet bû  ku ne lênusk û ne jî pênûs hebû di destê min de. Bi alîkariya hevaleke ku qet dibistana tirkî nexwendibû û ew jî bi çiya ketibû, li ser berfê ew tîpên nepenî nîşanê min dan. Dikarîbû bîra berfê nebe, lê min ew  tîpên kurdî li hişê xwe baş tomar dikirin… Di sala 1992an de, bo raman û çalakiyên xwe hatim girtin. Bo ku min di dadgehê de, parastina siyasî bi zimanê xwe yê dayikê kir, min gunehê xwe girantir kir li cem desthilatdaran  û panzdeh sal ceze wergirtin. Li heşt girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê geriyam. Li ber deriyên hesin  û li ber siya dîwarên heşt zîndanan jiyam. Min çîrokên keç û  kurên heşt girtîgehan dane hev. Di sala 2003yan de, bi dîwaneke helbestan ku min li ser pelên cixarê nivîsîbûn, ji bo bikaribim veşêrim, derketim derve. Dîwana “Gulên Qasid” ku di sala 2006an de, ji weşanxaneya Avestayê derket, ev helbestên ku li ser pelên cixareyan nivîsî bûn. Di sala 2007an de pirtuka duyem ya helbestan “Xewnên Zîvîn” jî ji heman weşanxaneyê derçû. “Bîra Birînê” pirtuka min a sêyem e. Niha di çavên xerîbiyê de nivîsê didomînim.”

Berhemên Wê:

Gulên Qasid (helbest) weşanên Avesta, 2006
Xewnên Zîvîn (helbest-pexşan) weşanên Avesta, 2007
Bîra Birînê (helbest) weşanên Avesta 2010
Ristika Morîkan (çîrok) weşanên Avesta, 2012
Şewq û payiz (pexşan) weşanên Avesta, 2011
Ber bi Binxetê ve (Rojnivîska rojava), 2012
Dotmara Lal (helbest) weşanên Avesta 2013
Danê Baranê (helbest) weşanên Avesta 2018
Bîrgeha mê (Pexşan) weşanên Avesta 2024

  • Ji bîyografîya Fatma Savciyê, ya li ser malpera weşanên Avestayê.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir