Weşanên Avestayê kitêba Gérard Chaliand ‘Bîra Bîra Min’ çap kir û belav kir.
Nivîskarê kitêbê Gérard Chaliand e û wergêra wê ji alîyê nivîskar Fawaz Husên ve bo kurdî hatîye kirin.
Ev kitêba çîrokan behsa sedsala 19emîn ya Osmanîyan dike di çarçoveya serpêhatîyên Ermenîyan da bi awayekî dîrokî û bîranînî.
Nivîsara Kitêbê
“Aniha ku hemû mirine, dem dema bibîranînê ye. Ez bixwazim nexwazim, ez dûndeyê miletekî qirkirî me, dûndeyê welatekî ku tiştek nemabû ji ser nexşeyên cîhanê bihata dûravêtin. Demeke dirêj rihê min ji rûyên wan jinepîran diçû, jinepîrên bi reş pêçayî ku hema rojên berê, rojên malwêranîyê, dubare dikirin.
“Berbang dê bê gava berbang ji min re nemîne. Aram, hesp û mehînên dinyaya kevin li binçengên deştê diçêrin.”
Gérard Chaliand
Gérard Chaliand helbestvan e û pisporê jeopolîtîkê û şerên gerîlayî ye û li cîhanê pir navdar e. Wî demeke dirêj nexwest barê komkujîya ermenan a sala 1915an bide ser milê xwe, komkujîya ku malbata wî, ji alîyê bavê wî, hat qetl û qirkirin.
Ev çîrok Bîra bîra min di navbera salên 1978an û 2002an da hat nivîsandin û ew bi dehên zimanan derketîye.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.