Werzîşvanê Kurd bûye şampiyon


Navenda Nûçeyan
Werzişvanê Kurd Azad Hemze di Şampiyoniya Laşciwaniyê ya Navneteweyî da bi serketiye û madalyaya zêr bi dest xistîye.
Li gor nûçeya Rûdawê tûrnûva li Swêdê hatiye lidarxistin û ji çar alîyên cîhanê zêdetirî 350 werzişvan beşdarê pêşbirkê bûne.
Azad Hemze di nava 350 kesan da di kategoriya 100 kîloyî da madalyaya zêr bi dest xistiye.
Hat gotin ku Hemzeî piştî wergirtina nasnavê “Şampiyonê Şampiyonan” Ala Kurdistanê hildaye.
Werzişvanê Kurd di sala 1989an da li Hewlerê ji dayik bûye û xwediyê gelek madalyayên herêmî û navneteweyî ye.