Wergerhezan seyra Kawa Nemirî û guhdarîya Ergîn Sertemî kirine – Swîsra

13/10/2024

Li Mala Wergêran a Loorenê, edebiyat û wergerhezan li fîlma “Wergerandina Ulyssesê” temaşe kiriye. Fîlm li ser çîroka Kawa Nemirî ya wergerandina Ulyssesê ye.

Bername 21ê Îlonê li Swîsrayê pêk hatiye lê namenûçeya çalakiyan nû hatiye weşandin û gihaye ber destên Botan Timesê.

Piştî temaşekirina fîlmê wergêr û akademîsyen Ergîn Sertem li ser berhemê axiviye. Li gor namenûçeya desgehê:

Temaşevan gelekê di bin tesîra belgefilma li ser wergêrê kurd Kawa Nemir de man. Wî gelek salên xwe di labirenta zimanî ya James Joyce Ulysses, terxan kiribû.

Axaftinên zindî yên di navbera mêvanan û edîtorê wergerê Ergin Openginî (Sertem) de nîşanî me kir ku ev berhem, sed salan piştî weşana xwe ya yekem, hê çi qas balkêş û zindî ye. Spas ji hemî haziran re!

Mala Wergêran a Loorenê

Desgehê xwe bi van gotinan daye nasîn:

Em ji wergêrên edebî re bi rêya workshop û konferansan perwerdehiyeke profesyonel a berfireh pêşkêş dikin. Di bernameyan de em wergêran tînin ser dikê û nirxê vê pîşeya afirîner ji temaşevanan re radigihînin. Em bi aktorên girîng ên di cîhana edebiyatê de – li Swîsreyê û li ser asta navneteweyî – di têkiliyeke berdewam de ne.

Mala Wergêran a Loorenê ji aliyê komeleya bi heman navî ve tê birêvebirin û bi piranî ji aliyê Weqfa bê-berjewendî ya Litarê ve tê fînansekirin. Litar di warên edebiyat, wergera edebî û medyayê de projeyan dide ber xwe û bi rê ve dibe. Yek ji armancên sereke yên weqfê ew e ku Mala Wergêran a Loorenê pêş bixe. Beşa Çandê ya Kantona Zurich jî bi alîkariyeke comerd piştgiriyê dide Mala Wergêran. Bi endambûna komeleyê, kes û sazî dikarin piştgiriyê bidin çalakiyên Mala Wergêran.

Şîroveyên li ser Ulyssesê û wergera kurdî

“Em nikarin welêt biguherînin. Ka were em mijarê biguherînin.”

Ulysses, James Joyce

“Bikaranîna Odîssiyê ya Joyceî bi şêweyekî terîb… giringiya xwe ya vedîtineke zanistî heye… Ev yekser şêweyekî kontrolkirinê, birêkûpêkkirinê, dayîna dirûvekî û wateyekê bi panoramaya bêserî û bêbinî ya bêçuneyiyê û geremolê ye ku mêjûya hevçerx e… Ev, ez bi micidî pê bawer im, pêngavek e berev mimkinkirina cîhana modêrn bo hunerê.”

T. S. Eliot

Ulyssesê bi têra xwe nûr-nedera xwe ya gilî-gotinan heye ku pirr û gelek romanan raxe… Dijwar e ku hûn şayeseke kamiltir a mirovê siruştî peyda bikin.”

Harold Bloom

“Berhema Joyceî ne der barê qewamê de ye, ew qewam bi xwe ye.”

Samuel Beckett

“Kawa Nemirî ji bo wergera Ulyssesê çavkaniyên kurdiyê hemû seferber kirine û bi vê rêyê re çaviyên edebiyata potansiyel ya di zimanê kurdî de vekirine… wisa ku careke din biçespîne ku zimanê lawaz nîne, meger xwîner lawaz bin.
Xwendineke oqyanosî li ber me xwînerên kurdiyê ye vê carê.”

Ergîn Sertem

“Wergera bi kurdî ya Ulyssesa James Joyce, der ji şikberiyê, serkeftineke abîdeyî ye bo zimanê min ê zikmakî. A Kawa Nemirê şa’ir kirî, ku ji 2012an û vir ve li Kurdistanê li Diyarbekirê û li Mêrdînê min bi çavên serê xwe dît, qet guman tê de nîne, tolhildaneke gewre ye ku hat hilanîn ji koloniyalîzma zimanî ya dereke û navxweyî. Ji niha û pê de, kurdiya Ulyssesê giyanê me yê hevbeş e.”

Şener Ozmen

“Va bû. Kawa Nemirê çargurçik Ulyssesa ‘ezamet a James Joyceê pirrole bi kurdî (kurmancî) dibêje. Stephen Dedalusê lixwedîtî dê êdî li nava kolanên Dublina me bigere.”

Selîm Temo

“Ji sala 2022yan û pê de, ji 100em sala çapbûna Ulyssesa James Joyce û pê de, kurdiyeke Ulyssesî û Ulyssesa bi kurdî heta bi hetayê dê bibe berhema li ber serê me.”

Papiers de Paris, Behîce Ferîde Demir


Çavkanî: Mala Wergerê ya Loorenê (malper û namenûçe), Weşanxaneya Avestayê, Instagram (Hesabê desgehê)

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

JI Îmad Bernas kitêbeke ewil a çîrokan: Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê

Kitêba ewil a Îmad Bernas “Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê” ji Pall

“Hilbe Kobanî”: Selîm Temo ji bo Kobanî nivîsî

Selîm Temo, ji bo salvegera 10. a azadiya Kobaniyê pirtûkekê çap kiriye

Hejmara 37em a kovara Dilopê derketiye

Kovara Dilopê ya ku bi tirkî û kurdî tê weşandin, bi hejmara