Weqfa Mezopotamyayê dê perwerdeya Termên Hiqûqê bide

Nıvîskar:
10 months berê

Weqfa Mezopotamyayê bi hevkarîya Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê dê perwerdeya termên hiqûqê bide.

Ew dê di dersên xwe da li ser têgihên sereke yên zanista hiqûqê (şaxên hiqûqê, pergalên hiqûqî, cureyên doz û dadgehan, delîl û cureyên delîlan, cureyên siza û tawanan, girêbest û cureyên wê, naveroka girêbestê, têgihên hiqûqa qanûna bingehîn, têgihên hiqûqa bazirganîyê, têgihên hiqûqa mafên mirovan û hwd) û naveroka wan têgihan bisekinin

Weqfa Mezopotamyayê armanca xwe ya vê perwerdeyê destnîşan dike ku bêguman yek ji pêşmercên hînbûna her zanistekê, hînbûn û famkirina têgihên taybet bi wê zanistê ye. Lewra jî, armanca sereke ya vê perwerdeyê ew e ku kursîyer têgihên sereke yên hiqûqê bi kurdî nas bikin û naveroka wan têgihan bizanin.

Kurs dê sê mehan (kanûna paşîn, sibat, adar) bi awayekî onlayn berdewam bike. Ders dê rojên sêşem û înê bên dayîn. Maweya her dersekê du saet in.

Piştî perwerdeyê, ji bo mafê wergirtina sertîfîkayê, divê kursîyer bi kêmanî beşdarî ji sedî heştêyê (%80) dersan bibin.

Hemû ders dê bi rêya Zoomê bên dayîn û kontenjana kursê bi 30 kesî sînorkirî ye.

Roja dawî ya serlêdanê 25.12.2023 ye. Zimanê perwerdeyê bi kurdîya kurmancî ye û kesên ku ji bo kursê serlêdanê dikin jî divê kurdî baş bizanin. Herwiha Kesên ku dikarin serlêdanê bikin, divê pisporên hiqûqê, parêzer an jî ew kes bin ku di warê hiqûqê da dixebitin.

Ji bo forma serlêdanê bitikîne.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Em hînî Kurmancî dibin – We are learning Kurmanji/ Kurdish – Unîta 1ê di weşanê de ye!!

Dersên Prof. Dr. Michael L. Chyetî 2022yê ji bo aboneyên Botan Timesê

Pêvajoyeka nû dest pê kiriye – Al Monitor

Di nav fikara êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê, Tirkîye difikire ku

“Qêrînek di gewriya şevê de” derket!

Weşanxaneya Avestayê kitêba Eta Nehayî ya bi navê “Qêrînek di gewriya şevê