Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Weqfa Mezopotamyayê 5emîn kursa folklora kurdî li dar xist

26/07/2023

Weqfa Mezopotamyayê ji bo gihandina berhevkaran navbera 18-23ê Tîrmehê 5emîn kursa xwe ya folklara kurdî li Wanê li dar xist.

Weqfa Mezopotamyayê, her sal ji bo gihandina berhevkaran li ser folklora kurdî bi beşdarîya gelek folklorîst û akademîsyenan kursan pek tîne.

Kursa ku li Wanê rûbirû hatiye pêkanîn bi beşdarîya 20 kesan şeş rojan berdewam kiriye.

Dersdarên kursê tev ji akademîsyen û mamosteyên pisporên folkorê pêk dihatin û xwedî tecribeyên bi salan in, li ser gelek mijar û dîsîplînan ders dan.

Xwendekarên ku beşdarî van kursan dibin û sertîfîkayan distînin dest bi berhevkarîyê dikin. Xebatên ku berhevkar amade dikin ji alîyê Weqfê ve têne çapkirin.

Weqfa Mezoptamyayê, ev deh sal in li ser ziman û folklora kurdî kar dike.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan