Medyaya TIMEyê sed wêneyên herî baş yên sala 2023yan eşkere kirin.
Di nav sed wêneyên bijarte yên TIMEyê da wêneyê rojnamegerekî kurd Sertaç Kayar jî heye.
Di erdheja 6ê Sibata 2023yan da ya ku navenda wê li Pazarcika Maraşê pêk hatibû, Sertaç Kayar wêneyek girtibû ku li TIMEyê di nav sed wêneyên herî baş da tê hilbijartin.
TIMEyê bal kêşaye ser fotonûçeyan ku di vê serdemê da li hemberî pêşveçûna hişê çêkirî cihekî xwe yê gelek giring heye.
Sertaç Kayar kî ye
Rojnamevan û wênegir e. Di sala 2006 de dest bi rojnamegerîyê kiriye. Di gelek sazîyên çapemenîyê yên neteweyî û navneteweyî de xebitî. Kayar, di beşa wêneyan de bi Reutersê xebitî û gelek wêneyên wî weke wêneyên salê hate hilbijartin. Wêneyên wî di sazîyên navdar yên çapemenîyê weke The Times, The Guardian, Der Spiegel, Die Welt, Lemonde, BBC de hatine weşandin. Wêneyên Kayar, di gelek pêşengehên navteweyî de cîh girtine. Di Pêşbirka Xelata Rojnamegerîyê ya Metîn Goktepe û Pêşbirka Rojnamegerên Serkeftî ya Cemîyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilatê de di kategorîyên wêneyan de xelata yekem wergirt. Kayar, aniha bi Sputnik re kar dike û zêdetirî 2 mehane di grevê deye. Endamê Cemîyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat û rêvebirê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkîyeyê ye.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.