WÊNE NÛÇE- Li Amedê tirsa erdhêja Meletiyê

27/02/2023

Îro (Duşem) erdhêjeka bi pileya 5.6 ya li Yeşîlyurda Meletiyê çêbû û tesîr li Amedê jî kir.

Bi sedan kes malên xwe terikandin û berê xwe dan cîh û berên vekirî.

Parka Koşuyoluyê ku li rex navçeya Baglerayê ye di nava çend deqîqeyande bi sedan kes lê kom bû.

“Em di nava fikaran de ne”

Ji wan yek jî jina bi navê Aysel e ku mala wê di erdhêja yekem de xisar dîtiye.

Aysel dîyar dike ku wê erdhêja li Meletiyeyê çêbû hîskiriye û bi tirs reviyayê vê derê.

Mala me li taxa Kaynartepeya Baglera ye. Xaniyê me jixwe ne saxlem e. Lê ji ber tûnebûnê em nikarin derbikevin. Wekî ku her roj erdhêj çêdibe em di nava fikaran de ne. Ji bo ku em derbikevin kon dixwazin, kon jî nadin me.

Li bajarê Amedê di erdhêja 6ê Sibatê de 409 kesan jiyana xwe ji dest dan.

7 avahî jî bi temamî xera bûn.

Xirabûn û mirinên li Amedê çêbûn di nava gel de tirsek çêkiriye.

Gelek kesên ku di mala wan de xisar tûne ye jî li parkê ne.

Xanima bi navê Elfesiya jî tevî zarokên xwe bi tirs ji mala xwe derketiye. Li ber dareke runiştiye û cixara xwe pêxistiye.

Her ciqas derdê wê giran be jî li ser rûyê wê ken kêm nabe.

Dema behsa xaniyê xwe dike jî wiha dibêjê;

Xaniyê min de kolon nîne. Xwediyê xanî jî ji me re got. Yên hatin xanî mêzekirin jî vê gotin.

Em kirêcîne. Zilamê min nexweşiya dil pê re heye. Ka ez ê bi ku ve biçim. Kon bidin me, em ê têkevinê. Lê ew jî bi destê me nakeve.

Elfesiya

Li gorî lêkolînên Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Amedê heta niha %96ê avahî hatine lêkolînkirin. Ji van avahiyan;

74 divê bi lezgînî were hilweşandin.
1737 zerarek giran dîtiye.
1837 hinek zirar dîtiye.
20.242 piçek zirar dîtiye.
54,487 bêxesar e
2584 avahî jî weke ku nayên lekolînkirin hatiye tespîtkirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

The sixth issue of Botan Times Weekly out

Weşana paşê

ZINDÎ-Roja 23emîn ya erdhêjê

Te hay ji vê heye?

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû

Tekhne Grammatike: Bingeha rêzimanan

Rêzimana zimanekî tê amadekirin, ew ji