Welatî ji ber çi naçin kamp, mekteb û mizyeftan û li ser kavilan dimînin?

Welatî ji ber çi naçin kamp, mekteb û mizyeftan û li ser kavilan dimînin?
Welatî ji ber çi naçin kamp, mekteb û mizyeftan û li ser kavilan dimînin?
Murat Bayram
  • 13 Şubat 2023 10:54

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Semsûr, welatîyên li ser kavilekê li benda dîtina mirovên xwe – Murat Bayram/BotanTimes

Piştî erdhêja bi pileya 7.7ê ya li Mereşê jimara miriyan bûye 31 hezar û 643. Hêj bi jimareka nedîyar kes li bin kavilan mane.

Hêvî ew e ku hin ji wan zindî bin. Ji bo wan kesên ji erdhêjê sax felitîn jî rewş xerab e. Ji bo yên mayîn tişta herî zehmet sermayî, nebûna cihê avdestê, nebûna ava paqij, nebûna ceyranê, nebûna an kêmbûna xetên telefon û înternetê û gelek kêmayên dî ne.

Ji bo çareseriya vê yekê “bajarên çadiran” têne çêkirin. Yanî kamp têne çêkirin. Lê gelek welatî naçinê. Em ê ji çavdêrî û hevpeyvînan sebebên sereke rêz bikin û dîyar e divê çadir li rexa xerabeyan bêne danîn.

  • Gelek avahî xera bûne lê xebatên ji bo derêxistina wan kesên li bin kavilî mayîn nînin. Mirovên wan kesan bi hêviya hin kesan an rêxistinan bînin ser wan kavilan nikarin/naxwazin dûrbikevin.
  • Dayikekê got “min du caran qêrînîya keça xwe ji vê avahîyê bihîstiye bi kû ve biçim!” yekê jî got “sebr min li van xerabeyan jî tê, belkî neviyê min ê 4 salî hêj sax be” yanî ji aliyê derûnî ve naxwazin/nikarin dûr bikevin.
  • Li benda sax an miriyên xwe ne. Dema termê mirovên wan têne derêxistin heger ew ne li wê derê bin li rexa xaniyan bêxweyî têne danîn an jî wek “kesên bêxwedî” ji bo nexweşxaneyan têne birin. Ew dixwazin xweyîtîya xwe li termên xwe bikin.
  • Heger mirovên wan sax derbikevin dixwazin wê kêliyê li wê derê bin û xêrhatinê li wan bidin. Ciwanekê bi dengekê bilind bangî xuşka xwe kir û got “tu bi xêr hatî xuşkê, tu bi xêr hatî delala min!”
  • Kavil wek cihekê hevgirîya digel mirovên xwe yên dî û cîranên xwe ye. Hêza xweragirtinê li wê derê dibînin.