Welatê ku pîvaz ji goştî bihatir e

  • 19/01/2023
Welatê ku pîvaz ji goştî bihatir e
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

19/01/2023

Li gelek deverên cîhanê, pîvaz wekî xwarinek bingehîn û goşt jî bêtir luks tê dîtin. Lê li Fîlîpînan bihayê pîvazan ji mirîşk û goştê sor derbas kiriye.

Nêzîkî mehekê pîvaz ji bo Fîlîpînîyan bûye tiştekî luks.

Mirîşkeke tevayî li vî welatê Asyayê bi 4 dolaran tê kirîn, lê nirxê kîloya pîvaza sor û spî vê hefteyê bi qasî 11 dolarî zêde bûye.

Li Fîlîpînê mûçeya herî kêm rojane 9 dolar e.

“Di hemû xwarinan de pîvaz heye”

Chef Jam Melchor, diyar dike ku pîvaz “di pêjgeha Fîlîpînî de malzemeyek pir girîng e” û hema hema di her xwarinê de tê bikar anîn.

Çima bihayê pîvazê li Fîlîpînan ewqas zêde bûye?

Nicholas Mapa, aborînaseke payebilind e li banka ING li Manila ya  Fîlîpînê dibêje ku bilindbûna bihayan herî kêm ji ber du faktoran e.

“Wezareta Çandiniyê ve pêşbinî kiribû lê belê li Fîlîpînan ji ber bahoza di meha tebax û îlonê de, dirûn ji texmînan xerabtir bû.

Mixabin, îtxalata pîvaz tenê pir dereng dest pê kir, piştî ku biha zêde bûn,” Mapa got.

Çavkanî: BBC TURKÇE

%d