Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Wekî ku rojên me yê berê hildiweşînin”

22/02/2023

Ji bo Kurdî Bitikîne

Li Amedê xirakirina avahiya Galerîayê dest pê kir.

Li ser wê avahiyê 4 blok hebûn û bi sedan mirov tê de dijiyan.

2 bloka Sîteya Galerîayê di erdhêja 6ê Sibatê de hilweşiya. Ji bo blokên mayî jî biryara hilweşandina bikontrol hat dayîn. 

Malbateka bi sê zarokan re beriya erdhêjê li wir dijîyan. Û aniha jî li benda xirakirina mala xwe bûn. Ew bûn şahidê wê xirakirinê.

Jina ku li mala wê wêran bûye bi kelogirî ji Botan Times re axivî:

Piştî erdhêjê me derî vekir da ku em ji mala xwe derkevin, lê asansor û direncek hilweşîyabûn. Em dîsa vegerîyan hundir.

Me bi zarokên xwe re qolonan hembez kir. Diwar hildiweşiyan. Piştî demekê îtfaiye korîdorek çêkir û em daxistin jêr. Zarokên min pêxwas derketin derve.

Bi rastî mesele ne mal e. Yek fotografekê zarokên min tune ye di destê min de. Ez nikarim bîranînên xwe vegerînim. Wekî ku rojên me yê berê hildiweşînin. Ji vir temaşekirin pir zor e.

Zarokên min ji wê şevê heta niha nikarin razên. Carinan tiştekî jî nabêjin. Zarokên min her tim xwe di nav erdhêjekê de hîs dikin.

Niha malê ku em lê dimînin de tenê nivîn û balgîvên me hene. Em ê ji nû ve dest pê bikin.

Keçeke 6-7 salî ya bi qapûtê pembe jî li ber kavilan bû. Vê ji hevala xwe re malê xwe îşaret dikir û digot:

Binêre televîzyona me ji vir tê ditîn. Ew ê li wir jî qoltixên me yên şîn in.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Edîtor û nûçegihana Botan Timesê ye. Li Zanîngeha Selçûkê beşa rojnamegeriyê xwendiye. Ji bo Journo, Gazete MLSA, Botan International, PodcastKurdî, Rojnameya 9 Eylulê, Rojnameya 24 Saatê wek rojnamegera serbixwe kar kiriye.

Te ev dîtıne?

RAWEST: Kal û pîr xwe ji ciwanan bêçaretir hîs dikin lê ciwan ji pîran bifikartir in

Şîrketa Lêkolînan Rawestê raportek derbarê “Rewşa Piştî Erdhejê, Qenaet û Hêvî” (Depremin

Li herêma erdhêjê de 3 mîlyon kesan koç kirine

Erdhêja 6ê Sibatê bandor li 13 mîlyon kesan kir. Li gor agahîyên

“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje”

Bajarê Amedê jî ji erdhêja 6ê Sibatê para xwe girt. Bi hezaran