Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya Sibatê diyar kir

Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya Sibatê diyar kir
Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya Sibatê diyar kir
Botan Times
  • 31 Ocak 2023 18:31

Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya Sibatê eşkere kir.

Di bernameyê de çalakîyên bi sernavên wek roja nivîskaran, kargeha çandê, fîlm-nîşandan û gotûbêjan hene.

Wêjegeh Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku ew ê meha Sibatê 3 saliya xwe jî temam bike.

Em bi bernameyeke rengîn dest bi çalakîyên xwe yên meha Sibatê dikin ku pê re jî sê salîya me temam dibe

Wêjegeh Amed li Diyarbekirê xebatên edebî dike

Di Kargeha Çandê ya vê mehê de, em bi moderatorîya Prof. Dr. Bahri Çakabay, Dr. Özen B. Demir dikin mêvanê Wêjegehê ku pirtûka wî ya bi nave “Tib û Dîrok: Kirdewarîya Bijîşkan Ya Li Tirkiyeyê” ji Weşanên Notabeneyê derçû. “Di dîroka modernbûna destpêkî û ya vê dema dawîyê ya Tirkiyeyê de, bijîşkan, wekî pîşeyî û kesaneyî, bi çi awayî bala xwe dan ser xwe, bi kîjan rolên sîyasî û rêveberîyê rabûn? Bi kîjan motifên vegotinê xwebûna xwe û hişê xwe saz kirin? Baş e, vegotinên ketî behsê, bi kîjan serborîyan çêbû û di kîjan bendan re rabihurî û gihîşt kewna xwe? Em bi hewesekê li benda vê gotûbêja rexnegirîyê ne ku ji alî rewşa dîroka civakî ve ranêzikî li hişê pîşeyî û “kirdewarîya bijîşkan” dike û pê re jî derfetên vegotinê yên wêjeyê bi kêrî xwe tine.  

Mêvanê duyem yê Kargeha Çandê, dîsa nivîskarekî bijîşk e. Piştî sê romanên xwe yên weşandî, mêvanê me Gani Türk, ji Weşanên Zamansız, pirtûkeke lêkolînê weşand. Nivîskar, di pirtûka xwe de, kitekitên teknîka hişajoyîyê gengeşe dike. Gani Türk, dibêje; Teknîka Hişajoyî, bi qasî ku ji bo vegotinê derfetên taybet çêdike ew qas jî ji alî nivîskar û xwendevanan ne hêsan e û ji hêla metodolojîk ve jî li ser bêrê naedile. Gani Türk, wê bi pirsên Mahmut Wenda Koyuncu, dîtin û peytên xwe yên li ser vê teknîkê ji me re bêje.

Adnan Fırat Bayar ku em wî bi xebatên wî yên li ser Kurdolojî û felsefeyê dinasin, wê di çarçoveya Kargeha Çandê de, li ser Wittgenstein bisekine ku Wittgenstein “sîstema felsefeya xwe zêdetir wekî felsefeya ziman ava kiriye û nirxeke zêde daye zimên û li ser kargînîya zimên û têkilîya raman û zimên dahûrandin kirine û sîstematîkeke felsefeyê ya arizî xwe saz kiriye.”

Di beşa Roja Nivîskar de ku em tê de pirtûkên nûçapbûyî û nivîskarên wan dikin mêvanên xwe, vê mehê, Muharrem Erbey bi pirtûka xwe ya bi nave “Kelehên Gunehkaran” ku ji Weşanên İnkilap derçû, dibe mêvanê me. Roman, rêwîtîya mîstîk ya qehremanên romanê, Amina û Jacob, ku didin ser rê da ku sedemên hebûna xwe peyde bikin û Rojhilata qedîm li xwe dike mijar. Gotûbêj wê bi moderatorîya Eylem Ata Güleç çêbibe.

Özge Doğar, bi romana xwe ya dawî ku ji Weşanên Ayrıntıyê derçû, dibe mêvana duyem ya Roja Nivîskar. Romana bi nave “Minnina Şewqan Venemirîne”, şerê hundirîn yê keçekê mexdûrê ensestê û têkoşîna wê ya ku bi nasnav û laşê xwe re dike, li xwe dike mijar. Û digel vê jî, awayên bergirtî yên têgihên civakî yên wekî dayiktî û malbatê jî dide ber pirsê. Romana ku motîfeke hevreng derdixîne asta civakî, nasnavên dînî û çandî yên ji hev cuda jî dixe nav vegotina xwe û bangek dike ji bo hêvîya jihevbawerkirin û başkirina birînên hev. Uğur Portakal moderatorîya gotûbêjê dike.

Di beşa Sînemaya Me de, vê mehê, bi kurtefîlma xwe ya yekem ya bi navê “Libendêmana Biqilqal” (2020) û dîsa bi kurtefîlma xwe ya duyem “Qehremanên Vê Demê” (2022) Eyüp Tan dibe mêvanê Wêjegehê ku bi ciwanîya xwe ve berendamê derhênerîyê ye. Fîlm li ser biryara xwekuştinê ya yek ji sê hevalên nêz e û roja dawî ya ku di kuçeyên bajarê Antîk de û li ber çeman tê bihurandin, li xwe dike mijar. Piştî nîşandana fîlmî, em ê hewlê bidin derhêner hê baştir nas bikin.