Wêjegeh Amed li Amedê Kargeha Çîrokan li dar dixe

20/01/2022

Dê Wêjegeh Amed li Amedê Kargeha Çîrokan li dar bixe. Nivîskar Sîdar Jîr dê kargehê bi rê ve bibe û dersê bide. Kargeh dê bi serenavê “Li Derve” li dar bikeve û 5 hefeteyan bidome. Kesên dixwazin beşdar bibin diyarın heta 22yê Çileyê ser lê bidin. Li gor bernameyê vê mehê 23 û 30’ê mehê û meha pêşiya me 6, 15 û 27’ê sibatê dê kargeh li dar bikeve. Saeta li dar ketina kargehê di navbera 14.00-16.00’an de ye.

Wêjegeh Amedê di hesabên xwe yên medyaya civakî de agahî parve kirine, temama daxuyanîya wan ev e:

Deshilata kûrewî ku di ser hundir û derveyê û di ser kesê li hundir û kesê li dervemayî re car din newekhevîyê saz dike û di vê rejîma ewlehîyê de, her ku diçe laş û bedenê bêqîmettir dike. Ji alîyekî din ve, îzolasyona fizîkî û hatina hepskirin, tirûşdarîya me ya bîyolojîk û psîkolojîk qelstir dike. Pir aşkere tê xuyanê ku hundirê çermê ku me diparêze û me ji derveyê cihê dike, westayîtir e û derve jî ne ewle ye. Halwe, gava em li şûna peytên mezin û rojeva kêşmekêşîyê guh didin dilînên xwe, bêrîkirina lidervebûnê û lidervemanê xurt û giran e.

Em wekî Wêjegeh Amed, di serdema pêşîya me de, em bi wêrekîyeke pêjnkar û bi mebest û nîyeta veavakirina derve, dixwazin di qada xebatê ya hevpar ya Wêjegehê de, hê bêtir bên cem hev. Em dixwazin, vê ezmûneya hepsbûna kollektîf ya ku em tê de ne, bi çalakîyên cuda cuda, derveyî û yê li derve mayî, bi hemû bibîrxistinên wan ve, bînin daynin ser sifreya têdefikirînê.

Li ser vê temayê, bo cara pêşî, Kargeha Çîrokê ya Li Derve wê bi birêvebirîya Sîdar Jîr di roja 23’yê Rêbendana 2022’yan de dest pê bike. Xebata kargehê wê her roja yekşemê piştî nîvro di navbera saet 2:00-4:00’an de bê kirin. Bi giştî, dema çalakîya kargehê 6 hefteyan e û pênç çalakîyên pêşî wê li hêwana çalakîyê ya Wêjegeh Amedê û yek jê jî wê bi awayekî online bê kirin. Di kargehê de armanc ew e ku beşdar çîrokeke tematîk binivîsin. Hûn dikarin bi tijekirina forma serîlêdanê ya di profîlê de beşdarî kargehê bibin. Hejmara beşdaran bi 25 kesan hatiye sînordarkirin.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

A.Aslı Filiz: Li gel ku ez dikarim êşan xêz bikim, ez dixwazim li ser coş û berxwedanê jî xebatên xwe hilberînim

Weşana paşê

Dema hilbijartina dersên bijarte heta 7ê Sibatê hatiye dirêjkirin

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan”

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji

Xwezî tu helbestvan nebûyayî!

Geranium in a Flowerpot (Derzîloka di