Wêjegeh Amed dê kargehên sînameyê li dar bixe

Wêjegeh Amed bi hevkarîya Platforma bipêşxistina Filman a Amedê, kargehên sînemayê li dar dixe.

Ev kargeh, bi hevkarîya derhêner Lütfü İrdem û dîrektora festîvalê Deniz İnceoğlu, bi mebesta Qadek bo Çandê tê li dar xistin.

Kargeh bi vê armancê tê li dar xistin ku derhênerên ciwan û sînamegerên xwedî tecrûbe bîne ba hev.

Platforma Bipêşxistina Filman a Amedê, meha borî bang li sînamegeran kiribû ku ew serlêdana xwe ji bo pêşbirka kurtefilman bikin. Ew serlêdan ji alîyê lijneyekê ve hatine nirxandin û deh dosye hatine hilbijartin.

Bername dê 7-8-9ê Îlonê, dê sê rojan bi kargeh û pêşkêşîyan berdewam be.

Bername:


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times