Wêjegeh Amed bernameya xwe ya Îlonê eşkere kiriye

Nıvîskar:
1 year berê

Wêjegeh Amed û Wêjegeh Gerok dê li Amed, Qoser û Wanê rêzeçalakîyan li dar bixin.

Nivîskarê pirtûkên “Navê Min Xoşnav”, “Çîyayên Bi Xwînê Avdayî” û “Stockholmê Te Çi Dîtiye”yê Bavê Nazê jî dê bibe mêvanê Amed û Qoserê.

8ê Îlonê êvarê saet di 8an da li Mawa Kitapê, 9ê Îlonê piştî nîvro saet di 4an da jî li Wêjegeh Amedê, bi moderatorîya Îbrahîm Xort, dê gotûbêjên xwe pêk bînin.

Abdullah Aren Çelik, dê bi Mehmet Mahsum Oral ra, li ser pirtûka wî ya dawî ya bi navê “Hin Bayên Muptelayên Malê” gotûbêjek bike. Gotûbêj, dê roja 24ê Îlonê, piştî nîvro saet di 4an da pêk were.

Nivîskarên antolojîya Belongingsê dê li Amedê, Mêrdînê û Wanê, gotûbêjên hevdemî çêkin. 30yê Îlonê, piştî nîvro, saet di 4an da, li Wêjegeh Amedê, bi moderatorîya Lal Laleş û Seçkin Arslan digel Zeynep Yaş, Hatice Kamer û Dilawer Zeraq wê gotûbêja bi navê “Welatekî Pir Dûr”; li Wanê, li Nînova Dance and Theatreyê, bi moderatorîya Ramazan Kaya û digel Samî Hêzil dê gotûbêja bi navê “Çîroka Me”; li Mawa Kitapê, bi moderatorîya Mem Wenda û digel Salih Agir Qoserî dê gotûbêja bi navê “Gotinên Rastîyê”, bi awayekî hevdemî çêbibin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Bahoza Miltonê ya “pir xeternak” li Florîdayê daye, 3 milyon kes bê av û elektrîk mane

Bahoza Miltonê roja Pêncşemê li navenda Florîdayê daye. Piştî ku saetên berê

600 hezar Libnanî koçber bûne – Neteweyên Yekbûyî

Ji ber şerê li herêmê, bi sed hezaran welatîyên Lubnanê neçar mane

Cihûyên li Tirkîyeyê di nav tirsê de dijîn: Êrîş li du sînagogan hatiye kirin

Li Îzmîrê êrîşeka antisemîtîk li ser du sînagogan (kenîşte) pêk hatiye. Koordinatorê