Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan

Nıvîskar:
3 weeks berê

Serdar Canan li ser selîqeyê axivîye û tesîrên wê yên li ser govendan destnîşan kirine.

Wî heta niha gelek stran, bi şiroveyeka xas û xwemalî ji nû ve gotine û li ser platformên dîjîtal belav kirine. Di heman demê da wî çendîn gotinên stranên gelêrî li herêma Colemêrgê berhev kirine û kirine stran.

Canan di hevpeyvîneka xwe da, ya ligel nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Bazîd Evren behsa muzîka kurdî û geşedanên wê dike.

Canan di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku mirov dikare bibêje muzîkek taybet ya Colemêrgê heye. Canan destnîşan kir ku li Colemêrgê ji bo her rewşeke jiyanê stranek an jî formek muzîkê heye û got ku lawje, stran, şeşbendî, narînk, payîzok, heyranok, gazî hwd. çend mînak in ji bo vê rewşê. Canan da zanîn ku formên weke lawje û şeşbendî li navçeya Çelê û navenda Colemêrgê zêdetir stranên rûniştinê ne û wiha got: “Li Çelê û Colemêrgê lawje û şeşbendî form in. Li Gever û Şemzînanê şeşbendî dîsa form e û stranên govendî ne. Lê lawje, li Gever û Şemzînanê dibe cure û di bin xwe de gelek formên muzîkê dihewîne. Ango li Gever û Şemzînanê ji dengbêjekî lawjeyekê bixwazî, dê pisyara ‘Kîşan lawjeyê bibêjim? Lawjeyeka dîwankî an govendî hwd. bibêjim?’ bibihîzî. Her wiha şeşbendî stranên rûniştinê ne û li Çelê û Colemêrgê çend dengbêj rûdinin û li hev wergerînin ango difetilînin. Şeşbendî li Çelê û Colemêrgê nîv rîtm in. Lê li Gever û Şemzînanê bi rîtm in û govendî ne.”

SELÎQE TÊ ÇI WATEYÊ?

Canan anî ziman ku selîqe zêdetirî li herêma Behdînanê tê bikaranîn û di nava jîyana rojane de jî gelek caran peyva selîqeyê tê bikaranîn. Canan dîyar kir ku selîqe, şêwe (terz) an jî meqamê gotina stranê ye û wiha domand: “Gava mirov ji yekê daxwaza stranekê dike, dibêje ‘Ka bi selîqeya Serhedê stranekê bibêje’. Ankû selîqe, zêdetirî meqamê herêmê an jî dewerê ye. Ne meqamê ku gelek caran dibêjin ‘Ûşak, Kurdî, Huseynî hwd.’ Peyva meqamê ku di muzîka kurdî de tê pênasekirin, terz an jî şêwe ye. Terzê Şakiro, terzê Eboyê Marûfî, terzê Kawis Axa hwd. Di nava jîyana me ya rojane de jî selîqe tê bikaranîn. Gava kesek bi rê ve diçe dibêjin ‘Bi selîqe bimeşe’, ankû bi rêk û pêk bimeşe. Lewma selîqe di muzîka kurdî de rêkûpêkbûyîn e.”

CUDAHIYA SELIQEYAN: HEMAN EŞÎR IN LÊ SELIQEYÊN WAN CUDA NE

Canan destnîşan kir ku her herêmeka Kurdistanê selîqeyeka xwe heye. Canan dîyar kir ku her wiha deverên di nava wan herêman de jî seliqeyên xwe hene û mînaka Colemêrgê da. Canan bi lêv kir ku li Colemêrgê her eşîrekê, di nava van eşîran de jî her gundekî selîqeyên cuda hene û wiha berdewam kir: “Di nava eşîra Doskîyan de seliqeyên gundên Şuke û Kinyaniş ji Doskijorîyên ku nêzîkî bajarê Geverê ne, cudatir e. Kinyaniş, ji ber ku nêzî Çelê ye, piranî selîqeya wan dikişe ser Çelê, li ser eşîra Pinyanişîyan.  Her wiha ew formên lawjeyan, heyranok, payîzok, şeşbendî hwd. taybetî yên eşîra Pinyanişîyan in. Selîqeya strangotinên Pinyanişîyên Çelê û Colemêrgê û Pinyanişîyên Gever û Elbak a Wanê jî, ji hev gelek cuda ne. Heman eşîr in lê selîqeya wan yekser ji hev cuda ne. Mirov nikare sedema vê yekê jî pênase bike.”

Ji bo berdewamîya nivîsê bitikîne.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Azad Bedran û Helîm Omerî hatine desteserkirin – Rûdaw

Îro danê sibehê li Amedê, hunermend Azad Bedran û Helîm Omerî (Arslan)

Weşanên Avestayê xêzeromana ‘Selaheddîn’ çap kir

Wergêra xêzeromana ‘Selaheddîn’ çap bû. Kitêba muşterek ya MARIOLLE, MELI & LOISEAU

Hûn ji vî heywanî ra çi dibêjin? 47 navên wê hene!

Kurdî ji alîyê ferhengoka xwe ve zimanekî berfireh e. Ji ber gelek