Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Wan – Li ser cadeyekê “Türkiye Türktür Türk Kalacak” hate nivîsîn

26/07/2024

Li Wanê hinek kesan hişyarîyên trafîkê yên kurdî jê birin û şûna wan gotineka nijadperest ya tirkî li ser nivîsîn.

Şaredarîya Wanê berî çend rojan li ser hinek rê û cadeyan hişyarîyên bi kurdî yên trafîkê “Pêşî Peya” nivîsîbûn.

Li gorî nûçeya Rûdawê, li gor zanyarî û beşek ji  wêneyên ku li ser medyaya civakî  hatine belavkirin, kes an jî kesên nedîyar şeva borî nivîsa kurdî ya “Pêşî Peya” ya li ser cadeya 2ê Nîsanê ya Wanê jê birine û li şûna wê bi rengê sor nivîsa nijadperestî ya “Tirkîye Tirk e û dê Tirk bimîne” nivîsîne.

“Êrişên bi vî rengî wê nikaribin pêşî li çalakîyên me yên pirzimanî bigirin”

Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê derbarê mijarê daxuyanîyek belav kir û êrişa li ser Kurdî şermezar kir.

Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê da zanîn ku ew dê derbarê kesên ku ev çalakîya provokatîf kirine da pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.

Şaredarîyê got, “Êrişên bi vî rengî wê nikaribin pêşî li çalakîyên me yên pirzimanî bigirin.

Em bangî sazîyên pêwendîdar, bi taybetî jî sazîyên edlî dikin ku derbarê vê nêzîkatîya nîjadperest da bikevin nava tevgerê.”

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan