Wan – Gotûbêjek li ser Salnama Ehmedê Xanî

19/07/2024

Li Wanê gotûbêjek dê li ser berhemên bi navê Salnama Ehmedê Xanî bê kirin.

Set ji hêla Mehmet Gültekin & Bahar û Nihat Gültekin ve hatîye amadekirin û ji 5 pirtûkan pêk tê.

Zimanê her 5 berheman jî kurdî û tirkî ye. 

Di vê setê de, gelek nûçe, çalakî, gotar, nivîs, hevpeyvîn û roportajên derbarê Ehmedê Xanî de hatine berhevkirin. Berhem li Stenbolê, li çapxaneya Ceylan Matbaacilikê hatîye çapkirin.

Axêverên gotûbêjê Mehmet Gültekin û Nihat Gültekin in û moderatorîya wê Samî Çelîktaş dê bike.

Gotûbêj sibê, 20ê Tîrmehê li VANTSOyê saet 14:00an dê dest pê bike.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

KURTEPIRS: Berfîn Zenderlioğlu

Weşana paşê

Ji Zanîngeha Artukluyê banga gotaran bo mijara “Edebiyata Zarok û Nûciwanan”

Te hay ji vê heye?