Walîtîya Stenbolê ser sîleya li Encu ketî dest bi lêpirsînê kir

Walîtîya Stenbolê ser sîleya ku polîs li sîyasetvanê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ferhat Encu xist dest bi lêpirsînê kir. Li gor daxuyanîya Walîtîya Stenbolê, Qeymeqamtîya Kadikoyê duh Yekşemê jiber gumana propagandaya rêxistina terorê û çalakîyên provakatîf biryar daye ku protestoya bêîzin qedexe bike. Bi ya Walîtîya Stenbolê, hêzên ewlekarîyê xwestine ku rê li ber […]

Walîtîya Stenbolê ser sîleya li Encu ketî dest bi lêpirsînê kir
Walîtîya Stenbolê ser sîleya li Encu ketî dest bi lêpirsînê kir
Botan Times
  • 19 Aralık 2022 09:41

Walîtîya Stenbolê ser sîleya ku polîs li sîyasetvanê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ferhat Encu xist dest bi lêpirsînê kir.

Li gor daxuyanîya Walîtîya Stenbolê, Qeymeqamtîya Kadikoyê duh Yekşemê jiber gumana propagandaya rêxistina terorê û çalakîyên provakatîf biryar daye ku protestoya bêîzin qedexe bike.

Bi ya Walîtîya Stenbolê, hêzên ewlekarîyê xwestine ku rê li ber protestoyên bigirin û di mudaxaleyê de şexsekî bi navê F.E bi tehrîkan gotiye ‘’kûçikên partîya …, bêşerefno’’ û dûre jî bûyerên din rû dane û 70 kes hatine desteserkirin.

Hin dîmenên li ser medyaya civakî hatine belavkirin raber dikin, di minaqeşeyê de şexsek sîleyekê li Ferhat Encu dixe.

Encu ji Twitterê dîyar kir ku ew çend saetan ketiye esaretê, lê ew niha azad e.

Wî da zanîn ku ewê rojekê teqez hesabê van neheqîyan bipirsin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş got ku ewê Kurd ti carî vê sîleyê ji bîr nekin.

Demîrtaş dîyar kir ku ewê di hilbijartinên de sîleya rastî raber bikin.

Ferhat Encu, ku berê parlamanterîya Şirnexê jî kiriye, niha Hevserokê HDP yê Stenbolê ye