Walîtîya Dêrsîmê sê komên ku dê beşdarî 21emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bibin asteng kirine.
Festîvala îsal tê plankirin ku navbera 3-6ê tebaxê li Dêrsimê bê lidarxistin. Walîtîya Dêrsîmê destûr nedaye ku Grup Yorum, Grup İsyan Ateşi û koma dansê ya ermenîyan Veradardz Folk Grup di bernameyê da cih bigirin.
Şaredariya Dêrsimê jî li ser mijdarê daxuyanîyeka nivîskî weşandiye:
Em ji raya giştî ra radigihînin ku dê Grup Yorum, Grup İsyan Ateşi û Veradardz Folk Grup di bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê da cih negirin, lê bernameya mayî ya festîvalê dê li navend û navçeyan bi hemû coşa xwe û bi heman rengê pêk bê.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.