Walîtîya Colemêrgê çalakî û meşên xwepêşandanê 15 rojan qedexe kirine

03/02/2022

Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku li seranserê bajêr meşên xwepêşandanê, civînên çapemenîyê, çalakîyên rûniştinê û yên weke wan, heta 15 rojan qedexe kirine. Biryara qedexeya çalakîyan wê heta 17ê Sibatê saet 23.59 deqîqeyan dewam bike. Bernameyên ku walîtî û qaymeqamîyan erê kirine wê ne qedexe bin. 

Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî ev biryar weşandiye û bi van gotinan sedema qedexeyê ragihandiye: “Ji bo ewlehiya netewî, rêk û pakiya  civakê, pêşî li sûcan bigirin, maf û azadiyên kesên din biparêzin, tenduristiya giştî biparêzin, pêşî li belavbûna koronavîrusê bigirin û nehêlin provokasyonên ihtimal û bûyerên civakî pêk werin.”

Nûçe: BianetKurdî*


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Polîsan vê sibehê avêtiye ser İHDya Diyarbekirê û mala rêvebirê wê

Weşana paşê

GGCyê (Komeleya Rojnamegerên Başûrên Rojhilat) serdana Botan Internationalê kir