Vîdeo Nûçe: Amedî daxwaza guhertina desthilatê dike

01/05/2023

Bi mîlyonan karker û kedkar li seranserê cîhanê herikîn qad û kolanan û 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanî pîroz kirin.

Di vê rojê da, karkerên cîhanê û sendîkayên wan daxwaza başkirina şert û mercên xwe yên xebatê kirin.

1ê Gulanê li 80 welatên cîhanê wekî cejna fermî û li hin welatan jî ne fermî hat pîroz kirin.

Îsal li Tirkîyeyê jî 1ê Gulanê di bin sîya hilbijartinên 14ê Gulanê da hat pêşwazîkirin.

Li bajarê Amedê bo 1ê Gulanê karker li qadan bûn.

Him welatî him jî sendîka û rêxistinên ked û karkeran daxwaz dikin ku desthilat bê guhertin û rewşa wan baştir bibe.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

Di roja karkeran da ajansa bê xebatkar!

Weşana paşê

Hejmara 3yem ya Kovara LEWergerê derketiye