Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Veysel Ok: Bi saya tekoşîna kurdan ji dadgehên Tirkîyeyê encamên wiha derdikevin

10/08/2023

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ji bo konsera xwe ya ku di 6ê cotmeha 2021an da ji aliyê Qeymaqamtîya Kadikoyê ve hatibû qedexekirin serî li dadgehê dabû.

Heyeta dadgehê NÇMyê mafdar dît û biryara qeymeqamtîyê betal kir.

Kordînatorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA)Veysel Ok, ji Ajansa Mezopotamyayê ra biryara dadgehê nirxandiye.

Dadgehê di biryara xwe da dibêje, ‘Huner mafê hemû beşên civakê ye, her kes bêyî ku destûrê bixwaze dikare were ba hev, dikare bicive, dema qeymeqamtî û walîtî biryarên qedexeyan didin hewceye li gorî mafê azadîya xweîfadekirinê û Destûra Bingehîn tevbigerin, tu konser bi awayekî keyfî nayên astengkirin.’

Veysel Ok

Parêzer Okî diyar kir ku bi saya tekoşîna kurdan ji dadgehên Tirkîyeyê encamên wiha derdikevin û got;

Biryara hatiye dayîn ne tenê mûzîk û hunera kurdî eleqedar dike, ev biryar tevahiya hunermendên li welêt eleqedar dike.

Veysel Ok

Çi Bûbû?

Konsera NÇMyê ji aliyê Qeymeqamtîya Kadikoyê ve bi îddîaya, “dibe ku tûndî û proprangaya terorê çêbibê” hatibû qedexekirin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan