Veşartina Kurdbûna Xwe

9 ay berê

Ji kurdên me gelek kes dikarin bi hêsanî terka kurdbûna xwe bikin û bi rehetî întîsabê miletekî din bikin. Gelo ji ber ku bingeha kurdbûnê zeîf e lewma wisa dibe yan di me kurdan de xîret û xirûra mîlî zeîf e? Divê em ji xwe bipirsin…

***

Roportejek ku Kawa Emînî li Rudaw TVyê bi Abdulilah Fıratî re kiriye van rojan wek metin jî li malpera înternetî ya Rudawê hate weşandin. Abdulilah Fırat yek ji nevîyên Şêx Seîd e, du car ji Refah Partîyê wek parlamenter bo meclisa Tirkîyê hatiye hilbijartin. Abdulilah Fırat di wê roportajê de ji bo serokê Refah Partîyê Necmettin Erbakanî dibêje “Diyar e ku ew bi xwe ji eşîreka kurd e, eşîra Xozanîyan. Bavê Erbakanî gotiye ku ew kurd in, wî jî digot. Lê ji min re got ku zilim û zordarîyeka mezin li me hatiye kirin, piştî ku ez mirim, hê belav bike ku ez kurmanc im.” Necmettin Erbakan (1926-2011) li Tirkîyê şexsîyetekî siyasî yê muhîm e, îdeologê hereketa “Milli Görüş (Nihêrîna Neteweyî)” ye. Neteweyetîya di vê îdeolojîyê de helbet neteweyetîya tirkan e. Û ev jî tê zanîn ku dijayetîya sereke ya neteweyetîya tirkan neyartîya bi kurdan re ye.

Kurdbûna Necmettîn Erbakanî muhtemelen rast e. Çimkî piştî vê roportajê Baran Zeydanlıoğlu jî di nivîseka xwe de behs kir ku eşîra Xozan eşîreka kurd e, navê qezaya Adenayê “Kozan” ji navê vê eşîrê, yanî ji “Xozan”ê tê. Kes pê nehesîyaye ku Necmettin Erbakanî bi xwe zilim û zordarîyeka mezin dîtibe. Dibe ku ku bavê wî jî nedîtibe, lê ew baş dizanin ku li Tirkîyê zilim û zordarîyeka mezin tim li kurdan dibe. Lewre meriv zêde heyret namîne ku Necmettin Erbakanî yan jî bavê wî çima kurdbûna xwe veşartine. Çimkî li Tirkîyê ne ku tenê kurd, ji miletên din jî gelek nimûne hene ku milîyeta xwe diveşêrin. Kes yan komelên ku ji ber mîlîyet, dîn yan jî bawerîya xwe tim tehqîr dibin û bi awayekî sîstematîk zilim li wan dibe, ji ber xweparastin û jîyînê yan jî ji ber tirsê eger mîlîyet yan jî bawerîya xwe biveşêrin, ev tê fêmkirin. Xweveşartineka wisa helwêsteka merdane nebe jî îzeha wê heye, çimkî parastina xwe û neslê xwe wek lebateka tebiî xwe li ser candaran ferz dike. Lê îzeha vê nîne ku kesek hem mîlîyeta xwe veşêre hem jî di nav miletê serdest de bizaveka îdeolojîk-siyasî dayne û li dijî miletê xwe bi can û dil xizmeta miletê serdest bike.

Bi sedan nimûneyên wisa hene ku bi eslê xwe kurd in, ji kurdbûna xwe xeberdar in, lê ji tirkan zêdetir li dijî kurdan xebitîne û dixebitin. Mesela, dibêjin İsmet İnönü (1884-1973) kurd e. Em tenê bala xwe bidin ser pratîka wî ya dîplomatîk ku li Lozanê li dijî kurdan kiribû bes e. Dibêjin serkomarê çaran yê Tirkîyê orgeneral Cemal Gürsel (1895-1966) jî kurd e. Cemal Gürsel, di sala 1961ê de tê Diyarbekir, xîtabî kurdan dike, dibêje “Bu memlekette Kürt yoktur. Kürdüm diyenin yüzüne tükürürüm.” Yanî “Li vî welatî kurd nînin. Kî bibêje ez kurd im, ez ê tif bikim rûyê wî.” Ji vê îfadeya wî fêm dibe ku wî bi ruhîyeta xwe întîsabê tirkbûnê kiriye û di dereceya nefretê de li dijî miletê kurd e. Em tekrar bikin, ji ber tirsê yan ji ber hîsên parastina jîyana xwe û malbata xwe, veşartina mîlîyeta xwe tê fêmkirin. Lê di vê tundîyê de ji miletê xwe nefret kirin û li dijî miletê xwe bûyin tiştekî hêsan nîne ku were îzehkirin.

Em tarîxa hemî miletan nizanin, gelo di nav miletên din de jî nimûneyên wisa derketine yan na. Mesela, ji ber ku kêm-zêde em tarîxa tirkan dizanin, dema ku em bala xwe didin ser tirkan, nimûneyên wisa tune ne. Mesela, nifûseka gelek mezin ya qewmên tirk, em bibêjin grûbên mîna azerî, balqar, başqirt, çuvaş, gagawuz, haqas, nogay, qazaq, qirgiz, qûmik, tatar, uzbek, yaqût çar sed-pênc sed sal li jêr deshilatîya Împaratorîya Rûsan man. Rûsan her tewir polîtîkayên emparyal û dagîrkerîyê li ser wan tetbîq kirin. Lê mînakên wê nînin ku kesayetekî tirk mîlîyeta xwe veşartibe, xwe kiribe rûs û li dijî miletê xwe fealîyet kiribe. Dîsa, êl û eşîrên tirk berîya rûsan li jêr desthilatîya çînîyan bûn. Mînakên wisa li wir jî tune ne. Lê mînakên eksê wê hene. Mesela, tirk di tarîxa xwe de behsa yekî bi navê Tonyukuk dikin ku ji bo wan çavîya îftîxarê ye, niha li Mongolîstanê abîdeyeka wî çêkirine. Ev meriv li Çînê hatiye dinyayê û di nav burokrasîya dewleta Çînê de şixulîye heta ku gihaye saraya wan. Di sarayê de jî şixulîye û bûye xwedîyê tecrubeya îdarekirina dewletê. Lê piştî ku aqil û mentiqê çînîyan yê îdarekirina dewletê baş nas kiriye, ji nav wan derketiye çûye nav qewmê xwe tirkan û zanîna xwe bi tevayî kiriye xizmeta miletê xwe. Ji bo ku tirk ji xwe re dewletê damezirînin û bizanin dewlet çawa îdare dibe, heta dawîya emrê xwe xizmeta miletê xwe kiriye. Dewleta Koktirik (552-744) bi aqilê vî kesî hatiye danîn û îdarekirin. Tonyukukî li ser keviran kitabe dane nivîsîn û tecrubeyên xwe bo neslên li dû xwe jî neqil kirine. Ji bo ku tirk dejenere nebin û di warê sosyalî, siyasî û leşkerî de pêş ve herin, Tonyukukî rê nedaye ku dîn yan jî edetên ku li gorî tebîeta tirkan nînin di nav tirkan de belav bibin.

Li Tirkîyê kesên ku kurdbûna xwe diveşêrin û di warê kulturî û hunerî de fealîyet dikin pirtir in ji yên ku di warê siyasî û leşkerî de li dijî kurdan û kurdbûnê fealîyet dikin. Kurdên ku bi Tirkî berhemên edebî diafirînin, ewên ku bi Tirkî muzîkê îcra dikin yan jî di warekî din de fealîyet dikin jî hema bibêjin bi kesên siyasî ku xwe diveşêrin re di eynî kategorîyê de ne. Mesela, di dewra modern de, şaîrê mezin yê edebîyata Tirkî Cemal Süreya ku tirk jê re dibêjin “Ew vîtamînê G yê edebîyata Tirkî ye”, Yaşar Kemalê ku bi romanên xwe îmkanên vegotinê yên zimanê Tirkî derxist dereceyeka bilind, Mehmed Ali Birandê ku di medyaya Tirkî de spîkerekî gelek muhîm bû jî kurd bûn. Em dûr neçin, aniha li Diyarbekirê jî gelek kes hene ku bi Kurmancî yan Zazakî dizanin, lê wek tercîh berhemên xwe yên edebî-hunerî bi zimanê Tirkî diafirînin. Evên hanê belkî mîna Cemal Gürselî ji miletê xwe nefret nakin lê eynî mîna ku zevîyê bav û kalên xwe bêxwedî bihêlin û herin li zevîyê neyarên xwe bişixulin xizmeta huner, edebîyat, ziman û kultura neteweya serdest dikin.  

Fêrbûna Tirkî, bi Tirkî zanîn, bi Tirkî perwerde dîtin, bi Tirkî qisekirin, eger îcab bike bi Tirkî nivîsîn tiştek e, lê bi Tirkî afirandina berhemên edebî tiştekî din e. Çimkî nasnameya edebîyatê ziman e, yanî berhemeka edebî bi zimanê kîjan miletî hatibe afirandin ew berhem aîdê wî miletî ye. Afirandina edebî fealîyeteka hîssî ye ku ji dilê meriv tê. Eger edîb xwe aîdê zimanekî nebîne yan jî zimanê edebîyata xwe di kûrahîya hîsên xwe de qebûl neke nikare bi wî zimanî berhem biafirîne. Yanî mesele rewş û îmkanên ziman, karîn yan nekarîna xweîfadekirina bi zimanekî nîne! Dibe ku ji kesên wisa hinek bibêjin em bi Tirkî afirandina edebîyatê kurdan bi tirkan didin nasîn lê tiştekî wisa esla rast nîne, ev qulpeka gelek zeîf e ku pê xwe dixapînin.  

Tiştê ku dixuye, ji kurdên me gelek kes dikarin bi hêsanî terka kurdbûna xwe bikin û bi rehetî întîsabê miletekî din bikin. Gelo ji ber ku bingeha kurdbûnê zeîf e lewma wisa dibe yan di me kurdan de xîret û xirûra mîlî zeîf e? Divê em ji xwe bipirsin. Hasilî kelam, “أمسيت كرديا وأصبحت تركيا (Emseytu kurdîyyen wesbehtu turkîyyen)” Yanî, “Şevê kurd razam sibehê tirk rabûm.” Ewqas hêsan!


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Roşan Lezgîn

Roşan Lezgîn di sala 1964an da li gundekî Licê hat dinyayê. Tenê çar sal li dibistanê xwend, lê paşî tehsîla xwe ji derve heta lîsansê dewam kir û ji beşa ziman û edebîyatê mezûn bû. Ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Heta niha 19 kitêbên ku wî nivîsîne û 19 jî kitêbên ku wî wergerandine hatine weşandin. Di sala 2009an da li Diyarbekirê malpera înternetî www.zazaki.net ava kir. Di sala 2011an da kovara Şewçila ku safî bi Zazakî diweşe, derxist ku heta hejmara bîstan derketiye. Dîsa, bi alîkarîya çend hevalên xwe yekemîn rojnameya Zazakî Newepel derxist û heta 100 hejmarî dewam kir. Herwisa di sala 2012an da Weşanxaneya Roşna ava kir. Heta niha ji vê weşanxaneyê 77 kitêb hatine weşandin.

Te ev dîtıne?

Huner: Stargeheke Rengîn

Mirovên dîn û hunermend, li hemberî norm û qanûnên civakê, bi rastiyên

Kuştin an hiştina xeyalan

Rewşenbîr kî ye? Gelo rewşenbîrek divê bi tenê li ser mifayê miletê

Sînorê Şiîrên Arjen Arî: Nisêbîn û Qamişlo

Şairê şêrgele Arjen Arî di nivîseka xwe de dibêje ew ji wî