Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

UNICEF: Hemî alî dê rawestin em ê derziyên “felca zarokan” li 590 hezar zarokan bidin

10/10/2024
SS, Vîdeoya UNICEFê

Li gorî UNICEFê, di şerê Xezeyê de “rawestandina mirovî” hatine pejirandin da ku cara duyem a derzîlêdana polîoyê pêk were.

Ev karê derzîlêdanê dê di 14ê Çirîya pêşînê de dest pê bike. 590 hezar zarokên di bin 10 saliyê de hene ku derzî dê li wan bê dayin.

Rawestandina (pause) mirovî

Catherine Russell, Rêveberê Giştî yê UNICEFê got: “Rawestandina mirovî ya taybet hatiye pejirandin. Girîng e ku hemû alî van vê biryarê bi cih bînin. Bê van, ne mimkin e ku em derziyê li zarokan bidin.”

Tûra yekem a derzîlêdanê di 1ê Îlonê de dest pê kiribû.

Girîngiya derzîlêdanê

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di Tebaxê de piştrast kir ku zarokek ji ber vîrûsa polîoya ya cure 2 qismen felc bûye. Li vê herêmê ev bûyera yekem a wiha ye di 25 salên dawî de.

Russell got: “UNICEF dê temamkerên Vîtamîn A jî tevlî bike da ku pergala berevaniyê ya zarokan xurt bike. Zarok li Xezeyê di rewşên gelek xirab ên paqijî û tendurustiyê de dijîn.”

Amadekariyên UNICEFê

Russell diyar kir: “Bi amûrên derzîlêdanê û sindoqên sar ên ku duh gihîştin, UNICEFê ew amade ye ku derziyê li zarokan bide û belavbûna polîoyê rawestîne. Serkeftina xuleka yekem nîşan dide ku dema lihevkirin bên bicihkirin, em dikarin karê xwe bikin.”

Felca Zarokan (Poliomyelit)

Felca zarokan, ku bi navê zanistî wek poliomyelit tê zanîn, nexweşiyek vegirtî ye ku ji ber vîrûsa polio peyda dibe. Ev nexweşî bi gelemperî bandorê li zarokan dike, lê dikare vegire kesên hemû temenan jî. Gelek caran wek “polio” tê binavkirin û di dîroka mirovahiyê de cihekî girîng digire.

Mixabin, heta niha tu dermanê taybet ê felca zarokan nehatiye dîtin. Lê belê, nexweşî bi derziyê dikare bê pêşîgirtin. Du cûreyên sereke yên derziyê hene: yek a ku tê lêdan û vîrûsa bêbandorkirî tê de heye, û ya din a devkî ku vîrûsa zindî ya qelskirî tê de heye.

Çavkanî: Reuters, Botan Times, UNICEF, Wikipedia

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Erdheja Tîbetê: 95 kes mirine – Xinhua, The Guardian

Di erdheja ku îro sibehê li bajarê pîroz ê Şîgatseyê qewimî de

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Jetên Îsraîlê derdora Şamê dihingîvin – Reuters

Li gorî çavkanîyên leşkerî yên Îsraîlê, artêşa vî welatî di van çend