Fona Alîkarîya bo Zarokan a Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) eşkere kiriye ku ji sala 2005an vir ve li tevahîya cîhanê 120 hezar zarok di pevçûnan da an mirine an jî astengdar bûne.
Catherine Russel, dîrektora UNICEFê dibêje, “Her şer di dawîyê de şerê li dijî zarokan e.”
Di daxuyanîya UNICEFê da daneyên zarokên ên ji şerî bi bandor bûne jî hatine belavkirin.
Li gorî wan daneyan;
Di 2005an da herî kêm 105 hezar zarok ji alîyê hêzên çekdar ve an di şer da hatine wezîfedarkirin an jî çek dane destên wan.
Herî kêm 32 hezar zarok jî hatine revandin.
Li gorî daneyên UNICEFê zêdetirî 16 hezar zarok jî rastî tundîya zayendî hatine.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.