UNHCR: Zêdetirî 30 hezar kesan ji Libnanê çûne Sûriyeyê

Nıvîskar:
1 week berê
Suruç/ Pîxabay/ Konên penaberên Surîyeyê

Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Înê ragihandiye ku bi dijwarbûna pevçûnên navbera Îsraîl û Hizbullahê de, di 72 saetên borî de zêdetirî 30 hezar kesan ji Lubnanê derbazî Sûrîyê bûne, ku piranîya wan Sûriyeyî ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Lubnanê dora 1.5 mîlyon Sûriyeyî dijîn ku ji şerê navxweyî revîbûn.

Kordînatorê alîkarîyên mirovahî yê Neteweyên Yekbûyî li Lıbnanê, Imran Riza îro di preskonferanskê de gotıye ku bi giştî pirtir ji 200 hezar kesan ji ber şer û pevçûnan bi neçarî ji Lubnanê derketine.

Ev nûçe ji Reutersê VOA Kurdî kiriye kurdî û BTyê kurt kiriye.

Wêneyê manşetê: Arşîv, Temsîlî, ji Pixabayê


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Bûyerên girîng ên saleka şerê li Rojhilata Navîn – The New York Times

Îsal di 7ê Cotmehê de saleka şerî li Rojhilata Navîn temam bûye.

Li Tel Avîvê zingezinga sîrênan e, li esmanan fûze hene – Al Jazeera

Hemasê li salvegera êrîşa 7ê Cotmehê moşek avêtine Tel Avîvê. Îsraîlîyan jî

Şerê ku dawî lê nayê: Çawa 7ê Cotmehê bû sedema şerê salekê – The NY Times

Di 7ê Cotmeha 2023yê de, êrîşkaran ji Xezeyê êriş bir ser gundên