
Li bajarokê Brovaryê yê nêzîkî Kîevê helîkopterek ketiye. Wezîrê karên navxweyî yê Ukraynayê Denis Monastırskiy û 17 kesên dî mirine.
Li gor nûçeya Euronewsê helîkopter li nêzîkî pêşdibistanekê ketiye. Waliyê Kîevê diyar kiriye ku ji kesên mirîn 3 zarok bûne. Ji 29 kesên birîndar jî 15 zarok in.
Nediyar e ka ji ber çi helîkopter ketiye. Wezareta Karên Navxweyî ya wî welatî daxuyandiye ku wan dest bi lêkolînekê kiriye ka qeza ji ber çi ye.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.