Uber Eats dê sîparîşên esrarê jî bistîne

  • 24/11/2021
Uber Eats dê sîparîşên esrarê jî bistîne
Vahdet Uçar Fotoğrafı

Vahdet Uçar

24/11/2021

Li gor nûçeya BBCyê Uberê ragihandiye ku ew ê li parêzgeha Ontario ya Kanadayê dest bi sewqiyata esrarê bike. Şîrketa Emrîkî Uber Eats ku sîparîşên xwarinan dibe û tîne ji mişterîyan re dê di demek nêzîk de bikaribe sîparîşên esrarê jî bistîne û bibe û bîne. 

Mişterî dê bikaribin esrarê di beşa ‘’Tokyo Smok’’ê de bixwazin û bi rêya Uberê ji dikanên nêz dê ji wan re bê peydakirin. 

Hîn nehatiye eşkerekirin ka gelo dê di pêşerojê de vê xizmetê li parêzgehên din ên Emrîka û Kanadayê jî bidin an na. 

Bazara esrarê li Kanadayê salane 4 milyar dolar e.

Ji bikarhênerên Uber Eatsê tê xwestin ku berî sîparîşa xwe temam bikin temenê xwe piştrast bikin ku temenê wan têrî dike yan na.

CEOyê şîrketê, Dara Khosrowshahi ragihand ku heger qanûnên Emrîkayê destûrê bide dê Uber dest bi birin û anîna esrarê bike.

Herçend sê sal berê dewletê bikaranîna esrarê ya keyfî ji legalbûnê derxistibe jî hîn jî li sikakan dan û standinên ne qanûnî tên kirin û kolan di destên wan de ne ji ber vê yekê jî ev demek e hukûmet hewl dide ku vê pisrgirêkê çareser bike.

Uber dibêje ku bi hevkarîya wê ya bi Tokyo Smokê re dê bikarhênerên esrarê li welatî bi awayekî ewle û qanûnî bikaribin dan 3u standina xwe bikin. 

%d