Turnuvaya Amerîkayê maça fînalê li Qesab Nusret qedexe kir

Turnuvaya Amerîkayê maça fînalê li Qesab Nusret qedexe kir
Turnuvaya Amerîkayê maça fînalê li Qesab Nusret qedexe kir
Botan Times
  • 22 Aralık 2022 06:33

Minaqeşeyên ser hereketên Nusret Gokçe yên li fînala Kupaya Cîhanê ya FIFA ya 2022yan didomin.

Qesab Nusret Gokçe, li gor dîmenên li ser sosyal medyayê hatine belavkirin, piştî Arjantînê kupa rakiriye daye dû lîstikvanên wê û bi israr xwestiye bi wan re fotograf û vîdeo bikişîne.

Di hin dîmenan de xuya dibe ku fenomen Nusret, ku bi navê Salt Bea (Ava Şor) tê naskirin, Kaptanê Arjantînê Lionel Messi kaş dike, lê kaptan guh nade wî.

Kupaya Vekirî ya Amerîka ji Twitterê ragihand ku wê fînala kupayê ya 2023yan li Salt Bea qedexe kiriye.

Hejmara şopînerên Kupaya Vekirî ya Amerîka bi qasî 50 hezar e, lê zêdetirî 130 hezar ev twîta ser Nusret fav kir. 

Medyaya Kurdî di sala 2017an de bal kişandibû ser Kurdbûna Nusret ku ew bi eslê xwe ji Erziromê ye.