Hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî, Turkan Elçîyê ku ji lîsteyên CHPyê ketibû hilbijartinan. Ew wekî parlementera Stenbolê hatiye hilbijartin.
Turkan Elçî ji Herêma 3yemîn a Stenbolê di rêza 3yem da wekî berbijêra parlementerîyê hatibû destnîşankirin.
Turkan Elçî kî ye?
Turkan Elçî li Amedê ji dayik bûye.
15 salan mamostetîya zimanê Tirkî kir, paşê dest ji kar berda û Fakulteya Hiqûqê qedand.
Niha jî di bin banê Baroya Amedê de parêzerîya serbixwe dike.
Piştî kuştina hevjînê xwe, Elçîyê Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî damezirand.
Romaneke Elçî ya bi navê “Qijika Şîn” heye.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.