TURK-ÎŞ: Divê 6 mehan carê li maeşê kêmane zam bê kirin

02/01/2023

Serokê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyê (TURK-IŞ) Ergun Atalay, ji bo maeşê kêmane diyar kir ku divê 6 mehan carê li gor bilindbûna enflasyonê zam bê kirin.

Atalay li ser mijarê ji rojnameya Cumhuriyetê re got ”Eger pêşî li bilindbûna enflasyonê neyê girtin tu wateya zêdekirina maeşê namîne.”

Bi ya Atalay divê hikumet beyî ku ji wan bipirse li gor rêjeya bilindbûna enflasyonê di Hezîran û Tirmehê de careke din li meaşê kêmane zam bike.

TURK-ÎŞ ji bo meaşê kêmane ji hikumetê dixwest ku ew 9 hezar lîre be, lê hikumetê ev yek qebûl nekiribû û meaşê kêmane ya bo 2023 yan wekî 8 hezar û 500 lîre eşkere kiribû.

Li gor TURK-ÎŞê li Tirkîyê rêjeya xebatkarên bi meaşê kêmane dişixulin %50 derbaz kiriye.

Foto: Twitter,@turkiskonf, SS


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Tarîxname: Qanûna paşnavan ya Tirkîyê ket merîyetê

HDP
Weşana paşê

HDP bo Ocalan 8 roj in li pêş Wezareta Dadê ye

Te hay ji vê heye?

Karkerên DEDAŞê dest bi protestoyan kirin

Karkerên DEDAŞê ji bo zêdekirina mûçeyan

Sersal tê, lê menuyeke sala borî sê qat buha bûye..

Enflasyona li Tirkiyê rojane tesîrê li