Di van salên dawî de pirî caran li gundan ji mamosteyên eslî wêdetir mamosteyên wekîl, ango yên peymanî dixebitin. Jineke wekî Narînê almanîzan, herwekî din porsor, bivê nevê vê gerdûnîbûna kurdî li dijberî gerdûnîbûna sexte ya li ser tirkîzanînê avakirî datîne û wê fahmê ji fahma gerdûnî radiweşîne. Herwekî din di şexsê Narînê de kurdîbûneke nejirêzê jî xwe bi xwîneran dide hîskirin. Zêdetir jî bi çendîn rengan melezbûna kurdbûnê babeta sereke ye.
***
Çawa ku honaksazîyên (fîlm, rêzefîlm, roman hwd.) “otantîkî û têra xwe entîke” yên ku mamosteyên tirk tîne gundekî kurdan û ew mamsoteyên hanê bi zimanê kurdî re têkîlêyên têra xwe nexweser datînin, berovajîya wan honaksazîyan çîroka “Porê Ziman” ya Leyla Mexso Berazî di nav dawa kurdan de pêk tê. Babeta sereke serborîyeke mamosteyeke neqlî ya li gundekî ye ku parastina kurdî (hînnebûna tirkî) ji hêla xwendekarekî (Xalido) ve û tolerasyona mamosteyeke kurd (Narîn) ya li ser hînnebûna tirkî du baskên sereke yên wê babetê ne.
Wextê Narîn ji xew şîyar dibe, li ser sehpeya ber serê wê qutîya xwelîdankê heye, tê de çend kotik, qûtîyeke bîrayê û pirtûkek heye ku taybetmendîya wê pirtûkê peritîbûna berga wê ye. Ango gelekî hatîye xwendin, ew jî tê wê mahneyê ku gelek kesan xwendîye. Ber bi dawîya çîrokê ve Narîn diçe ji dolaba xwe pirtûka Kafkayî ya bi navê In Der Strafkolonie (Kolonîya Tewanê) derdixe. Nav eynî wiha bi almanî derbas dibe. Nexwe Narîn almanî jî dizane. Di dawîya çîrokê de şagirtê Narînê, serhişkê kurdbûnê, Xalido dibêje “Oqul xelassss! Ortmen çû!! Bîtttîîîî!” (53). Em fahm dikin ku ji kurdî heya bi tirkmancî di hilbijartina zimên de qesteke nivîskarî heye. Herwekî din porê wê yê sor li mala Xalido dibe sebebê axaftinê, dêya Xalido dibêje “por sor û kurdî”, wekî hirç û govend. Zanîna wê ya almanî (em ê wisa bihesibînin) û porê sor û kurdî ji me re nexşerêyeke din jî pênase dike. Berê axaftina kurdî zêdetir bi gundewarîyê, neaxaftina kurdî bi bajarvanîyê re yek bû. Di vê çîrokê de ev ezber têk diçe.
Di van salên dawî de pirî caran li gundan ji mamosteyên eslî wêdetir mamosteyên wekîl, ango yên peymanî dixebitin. Jineke wekî Narînê almanîzan, herwekî din porsor, bivê nevê vê gerdûnîbûna kurdî li dijberî gerdûnîbûna sexte ya li ser tirkîzanînê avakirî datîne û wê fahmê ji fahma gerdûnî radiweşîne. Herwekî din di şexsê Narînê de kurdîbûneke nejirêzê jî xwe bi xwîneran dide hîskirin. Zêdetir jî bi çendîn rengan melezbûna kurdbûnê babeta sereke ye.
Peyvên dawî yên Xalid wisa ne: “ortmen çû”, “oqul xelas” û “bîttî”, bi hevoksazî û semantîka xwe du xetan didin raberî me. Her du çalakîyên li ser kirde-objeyan kurdî ne, yek bi tena serê xwe tirkî ye, herwekî din her du kirde-obje jî bi tirkî ne. Xetek dibêje, zimanê Xalid ber bi tirkî ve diçe, tirkîyeke şikestî ku kurdî li xwe bar kirîye. Mamoste dibe ortmen. A din jî algorîtmayeke din datîne ber me, ew jî semantîk e. Di ferhenga Xalid de heke “ortmen” biçe, dê “oqul” xelas bibe. Û wekî fînala fîlman “the end” dibe “bîttî”. Mêvandarîya tirkan qedîya, bi zimanê wan bêyî mirov avê li pey wan bireşîne oxira wan dide. Lê dema mirov di epîzoda dawî de dibîne ya çûyî mamoste Narîn e, û baran dibare, mamoste pê şil dibeî, bi ser de ew melankolîya “tiştê çû nede dû” jî bêne cem hev, mirov tiştekî wisa disêwirîne: hewla Narînê ya li ser kurdî ango berxwedana li hemberî tirkî, mirî ji dêya xwe dibin. Lê belê ev îhtîmal formula Xalid şaş dernaxe, ango wekî fikir ne şaş e. Lewra çawa ku dîroknasîyeke lîner ya Rojavayî tête pênasekirin, herwekî din carinan wekî klîşe pêvajoya xweşûştina ji kolonyalîzmê jî wiha tê pênasekirin. Li gor klîşeyên heyî ya bi vî rengî, kolonyalîst cihekî dagir dikin, bi her awayî xwîna wê derê dimêjin û dikin mêtingeh, ji demekê şûnde şerek li dijî van mêtingehan çêdibe, şer bi ser dikeve, mêtinkar bar dikin desthilatî dikeve destê niştecîhan. Rengvedana van klîşeyan di edebîyatê de rû dide herwekî din berxwedana li dijî edebîyatên bi wî rengî jî pêk tê. Heke ev çîrok jî çîrokeke bi wî rengî bûya, li gor deqên dijî deqên kolonyalîst ên klîşebûyî ew ê bêguman ne Narîn lê belê rêveberê mektebê tevî mamosteyan dê bar bikirana. Herwekî din dê Şîno şîyar bibûya ew ê fahm bikira ku tirsa wî (wekî ku navê romana Helîm Yûsiv e jî) “tirseke bêdiran e”. Reng e wê Xalid herwekî Xalido bimaya, wê ji xwe re bigota Xalidê Xerzî, Xalidê Remî, Torî, Meretoyî, hwd. dê helbestek bixwende û bigota “efendîno rahijin Xîyas begên xwe”, “diranên şifêrên me yên rakirî li me vegerînin”. Lê wiha nebûye.
Çawa Kolonîya tewanê li Kurdistanê dibe qereqoleke hizrî ya mayînde?
Çawa ku di “Ceza Sömürgesi” (“Kolonîya Tewanê”) de Çavdêr li qayikê siwar dibe hin tiştan li pey xwe dihêle, mamoste Narîn jî eynî wisa hin tiştan li pey xwe dihêle. Çavdêr kavilekî, makîneyeke xwekuştî li pey xwe dihêle, lê belê Narîn makîneyeke “çalak û ebed” li pey xwe dihêle. Ji ber ku Narîn behs dike, em li makîneya di çîroka “Kolonîya Tawanê” de ya Kafka binêrin. Di wir de makîne çawa dişuxile û çawa çîrok bi dawî dibe. Bi kurtî û kurmancî di hin çemkan de bigihijin hev jî, bi temamî berovajîya çîroka Narînê ye, herwekî ku Narînê dişibîne wê jî. Û herweha em bibêjin berovajî ye jî, Narîn rengê kurdî yê makîneyê bi me dide hîskirin. Di çîroka Kafka de makîne, wekî cîhaz derbas dibe. Sê beşên wê hene: nitar, tirmix û nivîn. Li ser cîhazî cezayê mirinê yê kesên “netewanbar lê belê cezakirî” tê cîbicîkirin. Pêşî cezayê wan bi tirmixî tê nivîsandin, dûre înfaz pêk tê. Tiştê sereke ku bala mirov dikêşe “jixweberî” ye. Peyva “otomatîkê” ji ber ku peyveke bêrûh e, têrê nake. Wekî nimûne ji dêvla otoasîmîlasyonê, di çîroka Narînê de pişaftina jixweberî li ser kar e. Raveka “jixweberî” ez dibêm qey rengên sereke yên vegotinên Kafka ne, têgîneke kafkaesk e. Dema yek ji kesên çîrokê Çavdêr, peywirdarê venêr, li ser darizandina mehkûmî bi serbaz re dikeve guftugoyê fahm dike ku haya mehkûmî ji sûcê wî nîne, ne jî heqê parastinê danê. Li gor fahma serbazî ew alîyê hiquqî ve karên wan bi derengî dixe, ne girîng e. Cizakirîn ji darîzandinê elzemtir e. “Rêbazên me yên darizandinê ew çend ne hişk û dijwar in” dibêje Serbaz, dûre lê zêde dike “fermana ku mehkumî ew pêpes kirîye li ser laşê wî bi tirmixî tê nivîsin” (120). Dema Çavdêr jê dipirse bê haya mehkûmî ji şêweya înfazkirina wî heye an na, “Na, nizane” dibêje Serbaz û lê zêde dike “Belheq e ku mirov vê yekê jê re dîyar bike, ji ber ku ew ê vê yekê bi bedena xwe fêr bibe jixwe” (120). Makîneya pişaftinê jî, em dikarin bêjin cîhaza tirkkirînê jî di bedena kurdan de wiha karê xwe dimeşîne.
Di cîhazê Kafka de Serbaz pêşnûmaya qumandanê kevn bi kar tîne. Li gor neqilkirina wî qumandanê kevn nexşeya çêkirina cîhazî amade kirîye, di beşa nitarê de ew pêşnûma li ser kaxizê hatîye bicîhkirin û li gor wê pêşnûmayê dişuxile. Makîneya pişaftinê ya îthal, bi cîhazê tirkkirinê re pêşnûmaya xwe ji doktrînên avakar yên komara Tirkîyeyê wergirtine û wisa jî kar dike. Di çîroka Kafka de, guherînek çêdibe, qumandanê nû êdî parikî derveyî pergalê ye, herwekî din ji bo kirinên xwe bibe serî wê ji raporta Çavdêrî sûdê werbigre. Axirî, em pê dihesin ku bi hatina Çavdêrî re êdî westîna Serbaz jî dertê holê. Piştî guftugo, pêhesîn û têgihiştina dema têkçûnê Serbaz berê xwe dide Mehkûmî, “bi zimanê wî [mehkûmî]” dibêjê “tu serbest î” (136). Mehkûm serê pêşî fahm nake. Serbaz dubare dike, dibêje “belê tu serbest î” (136). Dûre cilên leşkerî ji xwe dike, diavêje wê çahla ku cezakirîyên mirî dixistinê. Di serê çîrokê de dema behsa uniformayan dibe Serbaz cilên leşkerî wekî welat dida nasîn: “ev cilên leşkerî ji bo me welat in, te rastî bivê em naxwazin ji welatê xwe bibin” (116). Welat êdî binax e, Serbazê tazî, bêwelat e. Piştî wê yekê Serbaz xwe li makîneyê bi cîh dike, eynî wekî mehkûman. Piştî qeydkirina zend û bendan li ser nivînê, makîne “jixweber” dişixule, bêyî ku yek destikê şixulandinê bide şixulandin. Pergala kolonyalîzmê “jixweber” têk diçe, cîhaza kolonîyê, çerxên wê, tirmix, her tişt serobino dibin. Mehkûm, leşkerê berdestê Serbaz û Çavdêr ji wê derê dertên diçin.
Di vê çîrokê de hin tiştên jixweberî pir balkêş in. Mehkûm bêyî ku hay ji sûcê xwe û ji şêweya înfaza xwe hebe her tiştî “jixweber” qebûl dike. Bi awayekî jixweber her tiştî dike. Li gor vebêjerî, heke wî berdin, bintarên pal û evrazan wekî demekî serbest, bang (li fîskanîyê bixin) bikinê ew mîna “dilsozîya kûçikekê” baz bide were, ango ew ê qet li ber xwe nede û fikra revê pê re çênebe. Ev jixweberî di vê çîrokê de bi mirina Serbaz û hilweşîna cîhazî têk diçe, lê di çîroka Narînê de her karê xwe didomîne. Ya ku diçe Narîn e, cîhazê tirkkirinê li pey wê karê xwe dike, ew ê bike jî. “Tiştê çû nede dû”. Çavdêr, Mehkum û Leşker rizgar dibin, lê xwendekarên Narînê, mekteb, qedexebûna zimanê kurdî li şûna xwe ne. Cîhazê tirkbûnê bi ser ketîye. Tirmix dema karê xwe dike bi du astan dike, asta ewil tê li ber devê çermê mirovan disekine, asta duyemîn çermî qul dike dikeve hundir. Çend gavên kujende û xwînkirinê derbas dike. Di mijara kurdî de êdî asta pişaftinê ji zordarî, hukmkirinê derbasî jixweberîyê (bîyopolîtîkê) bûye; ji fîzyolojîk û patolojîkê derbasî psîkosomatîzasyonê dibe. Karê pişaftinê ji karê fîzîkî û fikrî derbas bûye, bûye karê bedenî yê “jixweber”. Celadet Alî Bedir-Xan zimanê bîyanî dişiband kirasan, zimanê zikmakî jî çermê mirov bû li balê. Lê êdî zimanê bîyanî, ne hew bîyanî ye, zimanê ferzkirî êdî ji çermî derbasî masûlkeyan bûye.
Çavkanî
Berazî, Leyla Mexso. “Porê Ziman”. Kurdeçîrok, h. 4, Bihar-Havîn 2022, rr. 45-53.
Kafka, Franz. ” Ceza Kolonisinde”. Ceza Kolonisinde ve Diğer Öyküler, Çapa 2., İşbankası Kültür Yayınları, 2017, rr. 115-143.