Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Tu çawa dikarî bi piştgirîya NLTRyê medyaya xwe çêbikî?

03/01/2023

Ji bo Ingilîzî bitikîne

Bernameya Hêlîn-danînê* ya News Lab Turkeyê (NLTR), perwerde, pere û şîretkarîyê dide rojnamegeran ku qenaleka medyaya dîjîtal ya xwe çêbikin. 

Avakarê NLTRyê Dr. Sarphan Uzunoglu ji Botan Timesê re got wan ji bo “guherandina çanda rojnamegerîyê” dest avêtiye vî karî. 

Bername bi zimanê tirkî ye û piştgirîya fikrên ji bo rojnamegerîya kurdî jî dike. Forma serlêdanê dê heta 6ê Sibatê vekirî be.

(Tu dikarî bi vê lînkê serî lê bidî

Her beşdarek ji bo fikara xwe bide dest pê kirin 900 Sterlînan distînin. Di çar salan de 72 qenalên medyayê piştgirî standine û îsal (2023) piştgirîya sazkirina 24 karên medyayî dê bê kirin. 

Fikrên xweser, medyayên biçûk

Logoya beernameyê. Wêne: NLTR

Ji aliyekê ve desgehên medyayê dibin yekdest. Organên medyayê yên ji xwe mezin, mezintir dibin û rojnameger mecbûr dibin li wan desgehan kar bikin. Ji aliyekê ve jî dinyaya dîjîtal rêyê dide rojnamegeran ku li wan deran qenala xwe vekin.

Dr. Sarphan Uzunoglu (Wêne: NLTR)

Uzunogluyî diyar kir ku:

“Li Tirkiyeyê çandeka welê heye ku rojnameger difikirin divê ew li bin banê desgehekê kar bikin. Lê ji aliyekê ve jî gelek rojnameger hene, jê ne razî ne li gor daxwaza serkarên xwe, karê xwe yê rojnamegerîyê bikin. 

Em pêşiyê kargehan pêk tînin, paşê şîretkarîyê dikin û paşê mîkro-bexşekê didin wan.”

%60ê fikran li ser pêyan man û dewam kirin

Kargeheka NLTRyê (Wêne: NLTR)

“Nêzîkî ji sedî 3yê  fikrên karsazkirinê li ser pêyan dimînin. Ji bo medyayê jî em dikarin bibêjin ji sedî yek dikare li ser pêyan bimînin. Lê me heta niho piştgirîya 72 projeyan kiriye. Em piştî projeyê jî têkiliya xwe ya digel wan didomînin. Em piştevaniya wan dikin ku ji xwe re rêyên li ser pêyan manê bibînin. Bi vî awayî ji sedî %60 projeyên bi me re dest bi karê xwe kirîn li ser pêyan mane û hinek ji wan gelekê mezintir jî bûn.” 

“Em piştgiriya fikrên ji bo medyaya kurdî jî dikin mesela PodcastKurdî jî yek ji wan desgehan e ku ji bernameya me ya Hêlîn-danînê derketiye.”

*Kurk-danîn, hêlîn-danîn: Ew pêvajo ye ku mirîşk li ser hêkan dirûnin û ji hêkan çîçok derdikevin. 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan