Piştî ku Donald Trump bacên gumrukê li ser berhemên Çînê derxist %104ê, Pekînê bi eynî awayî bersiv daye û bacên gumrukê li ser berhemên Amerîkî derxistin %84ê.
Hikûmeta Çînê piştî gava Trump, baceka gumrukê ya %84 li ser berhemên Washingtonê ragihandiye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di 2yê Nîsanê de, baceka gumrukê ya zêde ya %34 li dijî Çînê îlan kiribû û bi vî awayî bacên li ser berhemên ku ji vî welati tên hatin kirîn derxistibû %54ê bi tevahî.
Trumpî hişyarî da, lê Çînê guh nedayê
Trumpî hişyarî dabû welatan ku bersivê nedin, an na ew ê bi bacên nû re rû bi rû bimînin.
Hikûmeta Çînê, digel vê tehdîdê, ragihandibû ku dê ji 10ê Nîsanê ve bacên gumrukê yên zêde yên %34 li ser berhemên Amerîkî bên sepandin.
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt, roja Sêşemê diyar kir ku biryara bacên gumrukê derxistin %104ê ji bo berhemên Çînê ji ber bersiva Pekînê hatiye girtin.
Trump di medyaya civakî de hêvîdar xuya dike
Donald Trump, ku berîya çend saetan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsek parve kir, îdîa kir ku Çîn gelek dixwaze bigihîje lihevhatinekê:
“Çîn gelek dixwaze bigihîje lihevhatinekê lê nizanin ji ku dest pê bikin. Em li bendê ne ku ew bang li me bikin. Ev ê bibe!”
Trump got ku welat ji bo lihevhatinekê ‘qûna wî radimûsin’ û îdîa dike ku bacên gumrukê her roj “2 milyar dolar” tînin Amerîkayê.
Çîn dibêje ew gavê bi paş ve navêje
Ji rêveberîya Pekînê daxuyanîyên ku ew ê gav paş ve navêjin tên.
Wezareta Bazirganîyê ya Çînê ragihand ku dê “heta dawîyê” li dijî bacên gumrukê têkoşîn bê kirin.
Wezaretê tehdîda Trump ku bacê zêde yê %50 deyne ser berhemên Çînî wek “şaşîyek li ser şaşîyê” bi nav kir.
Bazirganîya navbera her du welatan çiqas giring e?
Bazirganîya di navbera Çîn û Amerîkayê de sala borî nêzîkî 585 milyar dolar bû.
Amerîkayê ji Çînê 440 milyar dolar berhem îthal kirin, Çînê jî 145 milyar dolar berhem ji Amerîkayê kirîn.
Li gorî Fona Diravî ya Navneteweyî, Amerîka û Çîn bi hev re nêzîkî %43ê aborîya cîhanê pêk tînin.
Şerê bazirganîyê dê bandorê li welatan bike?
Heke ev her du welat ketin şereka bazirganîyê ya mezin, dibe ku mezinbûna wan hêdî bibe an jî ew bikevin tengahîyê, ev ê bandorê li welatên din jî bike.
Pererazanên cîhanî ji vê bandorê dibînin.
Dê encamên din ên muhtemel jî hebin.
Bandora li ser Rojhilata Navîn jî dibe
Li gorî nûçeya ku Botan Timesê 3yê Nîsanê belav kiribû, Serokê Amerîkayê Donald Trump bacên gumrukê yên nû li ser bêhtirî 25 welatên cîhanê sepandibû, ku ev yek dê rewşa aboriya navneteweyî û bi taybetî ya Rojhilata Navîn biguherîne.
Di nav van welatan de, baca herî bilind li ser Sûriyeyê (%41) û Iraqê (%39) hatibû sepandin, dema ku Tirkiye û Îran bi tenê %10 bac li ser wan hatibû danîn.
Çawa bandorê li Tirkiye û Îranê dike?
Aboriya Tirkiyeyê ku niho di bin giraniya bihagiranbûnê de ye, rastî pirsgirêkeka din dibe. Bi qasî 10 milyar dolar firotina Tirkiyeyê ber bi Amerîkayê ve ye, û ev bacên nû dê zexteka mezin li ser lîreya Tirk bike.
Îran, ku jixwe di bin giraniya dorpêçên navneteweyî de ye, bandora vê biryarê zêde nabîne û ev dibe ku rêya bazirganiya Îranê bi Çîn, Rûsya û welatên herêmê bêhtir veke.
Çîn çima ewqas berhem çêdike?
Çîn mezintirîn berhemdêrê cîhanê ye. Ew gelek zêdetir ji ya ku nufûsa wê di bazara hundur de dixwe berhemtîne.
Aborîya welat nêzîkî 1 trilyon dolar zêdetir berhemtîne. Ev tê wê wateyê ku ew gelek zêdetir mal dişîne derve ji ya ku ji mayîna cîhanê tîne welêt.
Bexşînên li Çînê û kredîyên erzan ku tên dayîn şirketên bi piştgirîya dewletê dikin ku lêçûna berhemtînê rastî jê kêmtir bimîne.
Heke berhem nekevin Amerîkayê dê çi bibe?
Heke ev berhem nikarin bikevin Amerîkayê, rîska ku ew li welatên din “bên avêtin” heye.
Ev rewş dibe ku ji bo kesên ku dikirin bibe derfet, lê dibe ku meaş û kar di wan welatan de ku ev malên erzan dikevinê, ji vê reqabeta newekhev bandorê bibînin.
Gelek aborînas dibêjin ku şereka bazirganîyê ya di navbera Çîn-Amerîkayê de, dê bandora wê li her derê cîhanê bê hîskirin û dê ev bandor negatîf be.
Pisporên şîrove dikin
Alfredo Montufar-Helu, ku wek şêwirmendê payebilind li Navenda Çînê ya The Conference Board li Amerîkayê kar dike û ji BBCyê re axivî, got ku fikirîna ku Çîn dê gav paş ve bavêje dê şaşî be:
“Gaveka holê ne tenê Çînê lawaz nîşan dide, herwiha amrazekê dide Amerîkayê jî ku zêdetir daxwaz bike.
“Niho em ketin astengîyeka ku dê zirara aborî ya dirêjdem çêke.”
Ma tengahîya aborî tê?
Analîza Simon Jack – Nûçegihanê aborîyê yê BBCyê
Bacên gumrukî yên zêde yên Serokê Amerîkayê Donald Trump bandoreka bahoz li bazarên cîhanî çêkir. Ma ev tê wateya ku em ber bi tengahîya aborî ya cîhanî ve diçin?
Tişta yekem ku divê bê zanîn ev e ku berteka borsayê û berteka aborîya rastîn ne her dem dibe ku eynî bin. Daketina di pişkdaran de ne her dem tê wateya ku krîzeka aborî li ber derî ye.
Lê carinan ev her du rewş bi hev re diçin.
Tengahîya aborî tê çi wateyê?
Di zimanê aborîyê de, navê rewşa ku her tiştê ku hikûmetek xerc dike û dişîne derve di demeka du-sê mehan de li ser hev kêm bibe, tengahîya aborî ye.
Di nav vê bahoza bazarê ya dawî de, hin zîyan li gorî hin din bêhtir nîgeranker tên dîtin.
Li vê derê di 150 salan de 14 rewşên tengahîyê çêbûne, lêçûna wan çi bû?
Banka giring in
Bank wek nîşaneka girîng a saxlemîya aborî tên dîtin.
Pisporkî payebilind a bazarê jî îro nîgeranîya xwe ji min re anî zimên û got, “Tişta ku bêhnê li min çikand daketina di bankan de bû”.
HSBC û Standard Chartered, ku di navbera Rojhilat û Rojava de dixebitin, beriya ku hinekî xwe bi dest bixin, %10 daketina xwe tecribe kirin.
Nîşanên din jî hene
Nîşanên din ên hişyarîyê jî ji bazara metalê û petrolê hatin.
Bihayên mis û petrolê wek nîşanên saxlemîya aborîya cîhanê tên qebûlkirin.
Her du jî ji dema ku Trump fermanên bacên gumrukê da û vir ve ji %15 zêdetir daket.
Heta niho li her derê cîhanê gelek tengahîya aborî çênebuye.
Di salên 1930an de, piştî Depresyona Mezin û pandemîya Covidê sê mînakên kêm in ku me daketinên holê di aborîyên mezin de dîtine.
Lê digel ku îhtîmal nayê dayîn ku bacên Trump tiştekî holê biafirîne, gelek pisporên aborîyê dibêjin ku nîgeranîya wan derheqê tengahîya aborî li Amerîka, Îngilistan û Yekîtîya Ewropayê de zêde dibe.
Çavkanî: BBC, Botan Times
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.