Titûna Semsûrê jî dibin erdhêjê de ma

Titûna Semsûrê jî dibin erdhêjê de ma
Titûna Semsûrê jî dibin erdhêjê de ma
Botan Times
  • 8 Mart 2023 06:26

Li Semsûrê nêzî 50 hezar malbat debara xwe bi çandiniya titûnê dikin.

Erdhêja 6ê Sibatê ku bajar wêran kir, bi tonan titûn jî di bin kavilan de hişt.

Li gor nûçeya Dengê Amerikayê, cotkarên ku titûna wan di bin xirbeyan de mane berhema xwe ya salekê wenda kirine.

Gundê Ahmet Hoca yê Semsûrê jî yek ji wan navnîşana ye ku di erdhejê de zirareke mezin dîtiye.

Bi tonan titûna ku hema bêje hemû malbatên li gundê debara xwe pê dikin, di bin xirbeyan de maye.

Keda me ya saleke ma bin xirbeyan de’

Musa Yalvaç ê 70 salî di jiyana xwe de ji bilî karê titunê tu karekî din nekiriye.

Nêzîkî tonek titûna ku wî îsal berhev kiriye di erdhêjê de di bi kavilan de maye.

Yalvaç ê ku canê xwe xelas kiriye nekariye titûna ku keda salekê daye ji erdhêjê xelas bike.

Musa Yalvaç dibêje,

Di jiyana min de cara yekem e ku tiştekî wiha bi min tê. Min felaketeke wiha ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Ez nizanim dê çi bibe. Hemû dahata me ya îsal çû.

Erdhêjên ku navenda wan Mereşê bû bandor li 10 bajaran kir.

Tenê li Semsûrê 4 hezar û 600 kesan canê xwe ji dest dan.

Çavkanî: Dengê Amerîka