Tirkîyeyîbûn û Kurdistanîbûn çiyê hev in?

12 ay berê

Tefsîra Demirtaş ne tenê hissîyata piranîya Kurdan temsîl dike, îhtimalekê diajo ser lihevanîna Kurdên polîtîk û yên ji polîtîkayê dûr. Yanî potansîyeleke vê gotarê heye ku Kurdên polîtîk û tabiî li hev bîne. Baş e, ger ev potansîyel hebe dibê dengê HDPyê di hilbijartina 2023yan de zêde bûbûna, lê belê zêdebûn li alîyekî, dengên partîyê kêmtir bûn.

***

Selahattin Demirtaş: “Tirkyeyîbûn û Kurdistanîbûn ne têgehên dijberî hev in”

Ev gotara Selahattin Demirtaş, di îlona 2020an de, di hevpeynîneke Le Monde Diplolamotique Kurdîyê de hatiye gotin.[1] Dema meriv cara ‘ewil dibihîze ji meriv re ‘ecêb tê. Lê ji ber ku yê dibêje sîyasetmedar û pêşengekî Kurd e, divê meriv hinekî li ser vê meseleyê raweste.

Di vê rawestinê de du pirs hene ku ez ê hewl bidim ku bibersivînim. Pirsa yekem ka gotara Demirtaş çima ‘ecêb tê? Bersiva vê pirsê ne zor e. Hem Kurd û rêxistinên Kurdan hem jî komara Tirkîyeyê heta niha Tirkîyeyîbûn û Kurdistanîbûn li dij hev danîne, bêyî Demirtaş kesî ewqas rasterast tiştekî wer negotîye. Li alîyê din, ger em li Tirkîyeyê li halê Kurdan û mafên wan binêrin, ev gotin şaş xuya dike. Ji ber ku Kurd li Tirkîyeyê ne rehet in, ji heyata xwe ne razî ne û di bin zext o zorê de ne.

Wek mînak, li gor Kurdish Barometerê (Barometreya Kurdî);

  • Ji %58ê Kurdan dibêjin ji ber nasnameya wan ya Kurdbûnê cihêkarî li wan tê kirin. Her ku nasnameya Kurdî xurt dibe rêjeya cihêkarîyê jî zêde dibe.
  • Dîsa ji %48ê Kurdan dibêjin li hember dewletê Kurd û Tirk ne wekhev in, tenê ji %28 dibêjin wekhevî heye.
  • Ji %32yê Kurdan dibêjin wan ji ber pirsgirêka Kurdan û şerê bi vê meseleyê ve girêdayî zirar dîtine.
  • Ji %44 dibêjin Tirkîye ji bo Kurdan ne warekî jîyanê ye, ku karibin li wir rehet bijîn.
  • Ji ber van probleman jî li Tirkîyeyê yên ku ji heyata xwe herî kêm memnûn in, Kurd in. Averaja memnûniyeta Kurdan di navbera 1 û 10an de, 4 e. Ya ciwanan kêmtir e.

Dema meriv li van encaman dinêre, ne mumkin e ku bibêje Kurdbûn û Kurdistanîbûn ne dijberî Tirkîyeyîbûnê ne. Ji ber ku, dema xwedîderketina nasnameya Kurd xurttir dibe, hal xirabtir dibe.

Pirsa duyem ev e ku ka gotina Demirtaş di cih de ye an na?

Her çiqas encamên Barometreyê yên ku min li jorê behs kirî vê yekê piştrast nekin jî xuya ye ku gotara Demirtaş pişta xwe dispêre diwarekî xurt. Bi qasî ku ez li HDPyê û Demirtaş dinêrim, ez dibînim ku projeya avakirina HDPyê bi vê gotina Demirtaş cihê xwe dibîne. Yanî Demirtaş, -ji qayilbûn û qayilnebûnê wêdetir- bi vê gotina xwe tefsîreka baş ji sîyaseta HDPyê ya Tirkîyeyîbûnê dike. Û xaleke mûhim ev e ku gotara Demirtaş, hissîyata piranîya Kurdên Bakur temsîl dike.

Erê her çiqas Kurd li Tirkîyê bêheq û nerehet bin jî, piranîya wan Tirkîyeyî ne. Dîsa li gor encamên Barometreyê;

Ew Kurdên ku ji halê xwe ne razî ne, ji % 53yê wan xwe bi Tirkîyeyê ve girêdidin. Yanî dibêjin “ez wek hissîyat, xwe Tirkîyeyî dibînim.” Yên ku xwe Tirkîyeyî qebûl nakin, ji %27 in.

Yanî tefsîra Demirtaş ne tenê hissîyata piranîya Kurdan temsîl dike, îhtimalekê diajo ser lihevanîna Kurdên polîtîk û yên ji polîtîkayê dûr. Yanî potansîyeleke vê gotarê heye ku Kurdên polîtîk û tabiî li hev bîne. Baş e, ger ev potansyel hebe dibê dengê HDPyê di hilbijartina 2023yan de zêde bûbûna, lê belê zêdebûn li alîyekî, dengên partîyê kêmtir bûn.

HDPyê di hilbijartina Hezîrana 2015yan de ji %13,2 deng standin û ji wê demê şûnda dengên wê kêm dibin. Di vê hilbijartina dawî de dengê partîyê daket ji %8,8an. Ji ber vê yekê jî hin rexne li HDPyê hatin kirin ku di nav wan rexneyan de yek jî derheqê vê sîyasetê de bû. Li gor vê rexneyê ji ber ku HDPyê sîyaseta Tirkîyeyîbûnê meşandiye dengê HDPyê kêm bûne. Lê daketina dengên HDPyê ne bi tenê faktorekê ve girêdayî ye û di nav wan de ev rexne cih bigire jî cihekî esasî nagire. Ger em van faktoran bi serenavekê bi nav bikin ev nav wê bibê “bêsîyasetî û berbelavî”. Nabe tişteke din.

Xulase, li gor lêkolînan Kurd dest ji Kurdbûna xwe bernadin. Kurdbûn mîna berê nayê veşartin, millet bi eşkere lê xwedî derdikeve. Xwedîderketina nasname û talebên Kurdan kêm nabe, bereks zêde dibe. Lê li alîyê din piranîya wan Tirkîyeyî ne. Yani Kurdbûneke xurt û Tirkîyeyî îhtîmaleke mezintir e. HDP li ser projeyek Tirkîyeyîbûnê ava bû. Li gor aktor, zana û aqilmendên Kurdan baş, be jî û şaş be jî ev sîyaset û sosyolojîya guherîye li hev dihatin. Demirtaş jî tefsîra vê proje û sîyasetê bi hevokekê anîye ziman. Aşkera ye ku nîyeta aktorê prosesa aşitîyê Demirtaş û partîya prosesa çareserîyê HDPyê ew e ku Kurdistanîbûn û Tirkîyeyîbûnê li hev bînin. Lê li alîyekî şer û pevçûn vegerîya û quweta aktor û partîya aşitîyê lawaz bû, li alîyê din jî tê xuya ku HDP lihevanîna van têgehan bi ser neketîye. Yanî li Tirkîyê potansîyelek heye ku Tirkîyeyîbûn û Kurdistanîbûn ne dijberî hev bin, li hev werin. Lê hê li hev nehatine.

Çavkanî:

[1] Le Monde Diplomatique Kurdî: https://ku.mondediplo.com/0000/00/tirkiyeyibun-u-kurdistanibun-ne-tegehen-dijberi-hev-in.html


 


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Reha Ruhavioğlu

Lêkolîner e. Di qedemeyên cûda de rêveberîya sazîyên muxtelîf yên wekî fikrî, lêkolîn û mafên mirovan kirîye. Di deh salên dawî de di nava lêkolînan de cih girtîye yên ku di bin banên sazîyên cûda da hatine kirin. Yek ji avakarê Rawest Araştırmayê ye. Niha jî dîrektorê Kurdish Studies Centerê (Navenda Lêkolînên kurdî) ye ku di serî de Kurdên li Tirkiyeyê, derbarê kurdan de lêkolînên siyasî û civakî dike.

Te ev dîtıne?

Romana Kurdî û Rexne 1: Mehmet Uzun, Baz û Kevok, Eşqa Dilê Rezîl

Kundera di metneke xwe de dibêje, “roman berhemeke Ewropî ye û milkê

Notên Hefteyê: Mamoste ‘Hûn’ çawa ne?!

I. Çima kurt dinivîsim Di hevpeyînekê da ji nivîskarê tirk Oğuz Atay

Huner: Stargeheke Rengîn

Mirovên dîn û hunermend, li hemberî norm û qanûnên civakê, bi rastiyên