Tirkîyeyê êrişî Şingalê kir

29/12/2023
Wêne \ MA

Tirkîyeyê bi dronên şerî yên bêmirov, li Şingalê êrişî konên karkeran kir ku wan karkeran bîrên avê dikolan.

Di encama êrişî da 5 karker mirin û 2 jî birîndar bûn.

Heta niha Tirkîyeyê çendîn caran êriş birîye ser Rêveberîya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê ku di van êrişan da gelek sazî, dezgeh û jêrxaneyên Rêveberîyê xerab bûne û zîyaneka mezin çêbûye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rêveberîya Xweser ya Şengalê ragihand ku balafirên bêmirov yên dewleta tirk îro êvarî saet li dor 6’an li devera Kora Simoqya ya herêma Mezargehê ya girêdayî bajarokê Xanesorê 3 caran li ser hev konê karkerên kolandina bîrên avê bombebaran kirin. Di bombebaranê de 5 karkeran jiyana xwe ji dest dane û 2 karker jî birîndar bûne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Weşana Zindî – Ferît Sevîm û Bluesa Kurdî

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat

Weşana Zindî – Rêyeka ber bi Stranbêjiyê ve, Stran

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran