Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Tirkîyeyê êrişî Rojavayê kir

15/01/2024
SS | Ji Vîdeoya Rûdawê

Artêşa Tirkîyeyê dîsa êrişî rojavayê kir ku di encamê da zîyan gehişte jêrxaneya Rojavayê.

Piştî şer û pevçûnên di navbera PKKyê û Tirkîyeyê yên li herêma Zapê, Tirkîyeyê gelek cihên Rojavayê bombebaran kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Balafirên Tirkiyeyê li gundê Siwêdiyê yê Rojavayê Kurdistanê yê nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê yek ji depoyên herî mezin ên petrol û gazê bombebaran kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrişên Tirkîyeyê yên li ser rojavayê 13yê Rêbendanê daxuyanîyek balav kiribû.

Di daxuyanîya Rêveberîya Xweser da hat destnîşan kirin ku armanca van êrişan diyar e ku ewlehiya herêmê xirab bike û xeteriyên rasteqîn li ser hewldanên têkoşîna li dijî terorê çêbike û rê li pêşiya çareseriyê bigire ku şert û mercên wê li herêmê peyda dibin.

Ji bo agahîyên berfirehtir bitikîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan