Tirkîyeyê êrişî Qamişloyê kir

25/12/2023

Balafirên şer yên Tirkîyeyê êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê kir ku vê carê hedefa wan Qamişlo û binesazîyên wê bûn.

Tirkîyeyê bi balafiran êrişî Qamişloyê kir û Çapxaneya Sîmav, navendeke binesazîyê, îstasyona trênê û navenda çandinîyê bombebaran kirin. Herwiha gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehbayê jî tên topbaran kirin.

Li gorî nuçeya Ajansa Mezopotamyayê ku ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihandîye, balafirên şer ên dewleta tirkiyeyê Çaxpaneya Sîmav a li rojavayê bajarê Qamişloyê bombebaran kirine. ANHAyê dazanîn ku li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişê de 3 welatî birîndar bûne.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Kurteyên medyaya navneteweyî – NYT, Reuters, France24, AFP, The Guardian

Êrîşa li ser postexaneyê 30 kes kuştine Îsraîlê li Xezzeyê êrîşeka asmanî

Roya Rûtîn, Mirin û Nesîmî

Bi rutîna royê li xeberan dinêrim, ka çi heye çi tuneye, hedîse

HTSyê paşeroja Sûriyê aloz kir – NYT

Komeka çekdarî ya ku berê zêde nedihat naskirin, bi êrîşeka ji nişkê