Dewleta Tirkîyeyê êrişî gundên Herêma Kurdistanê kir.
Li gorî nûçeya Rûdawê li nahîyeya Şêladizê ya Dihokê di bombebarana Tirkiyeyê de welatîyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Berpirsê Tîmên Aştîyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman ji Rûdawê re ragihand ku hêzên Tirkîyeyê li nahîyeya Şêladizê ya Dihokê êriş kir.
Kameran Usman diyar kir ku di encama êrişa Tirkîyeyê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Bi gotina Kameran Usman êriş îro danê sibeyê pêk hat û kesê ku hatîye kuştin navê wî Usman Ruştî Mêrwansî ye.
Heta niha gelek êriş ji alîyê dewleta Tirkîyeyê ve hatine kirin bo ser Başûrê Kurdistanê. Di encama van êrişan da zîyana canî û malî çêbûye. Gelek gund hatine valakirin û xelk ji mal û milkê xwe bûye.
Herî dawî hikûmeta Iraqê bertek li ser van êrişan dabû Tirkîyeyê û daxuyanîyek belav kiribû ku ev êrişên li ser axa xwe qebûl nake.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.