Tirkîyeyê akademîya asayîşa Dêrikê bombebaran kiriye

Artêşa Tirkîyeyê îro danê sibehê akademîyeka hêzên asayişa Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kiriye.

Li gor zanyarîyên Rûdawê ji ber bombebarana Tirkîyeyê 3 endamên Asayîşê canê xwe ji dest dane û zêdetirî 20 endaman jî birîndar bûne.

Hêzên Ewlehîya Navxwe ya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku şeva borî balafireka Tirkîyeyê êrişî navendeka wan a li navçeya Koçeratê ya Dêrikê kiriye.

Wezareta Parastinê ya Tirkîyeyê jî dîyar kir ku wan şeva 8ê Cotmehê saet 22:00an li bakurê Surîyê 6 cih kirine armanc.

Wê wezaretê dîyar kir di nav cihên ku hatine bombebarankirin da kêlgehên petrolê û stargeh hene.

Çi bûbû


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Hêzên Parastina Gel (HPG)yê berpirsyarîya êrişa 1ê Cotmehê ya li Enqereyê girtibû ser xwe. Piştî vê yekê êrîşên asmanî yên Hêzên Çekdar yên Tirkîyeyê(TSK) li dijî herêmên di bin kontrola Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de zêde bûn.

Li gorî Nûçeya Bianetê piştî daxuyanîya Hakan Fîdanî êrişên asmanî yên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê(TSK) li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne.

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan 4ê Cotmehê bi daxuyanîyekê dîyar kiriye ku 2 endamên HPGê yên êrîşa Enqereyê pêk anîne, ji Sûriyeyê hatine û got: “Bi taybetî li Iraq û Sûriyeyê hemû binesazî, avahî û tesîsên enerjîyê yên girêdayî PKK û YPG dê ji niha û pê ve di hedefa rewa ya hêzên me yên ewlekarîyê, hêzên me yên çekdar û îstîxbarata me de bin. “Ez pêşniyar dikim ku aliyên sêyemîn bila ji sazî û kesên PKK/YPGê dûr bisekinin.”

Piştî daxuyanîya Fîdanî, balafirên bêmirov ên Artêşa Tirkan herêmên di bin kontrola Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ne hedef girtin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk yê Sûriyeyê (SDG) Mazlûm Abdî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek weşand û gotibû: “Weke ku rayedarên tirkan îda dikin, faîlên êrîşa Enqereyê di herêma me re derbas nebûne. Em ne alîye şerê navxweyî yê li Tirkîyeyê ne û em ne jî gurbûna alozîyan teşqwîq dikin.”

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times